Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Swîsrê dixwaze du Kurdan dersînor bike 09.12.2020

 

SWÎSREYÊ DIXWAZE DU KURDAN DERSÎNOR BIKE
LI SER DU BIRAYÊN JI MEXMÛRÊ ZEXTA RADESTKIRINA TIRKIYÊ HEYE

Avdilkerîm Tallî 25 salî ye û Ahmet Tallî 32 salî ye, ew birayên hev in û beriya bi 4 salan îltîcayê Swîsreyê kirine.

Daîreya Koçê ya Swîsreyê biryar daye ku wan teslîmî Tirkiyê bike.

Herdu bira ku li Kantona Aarau ya Swîsreyê diman, 1994’an ji ber zext û zordariya Tirk ji Qilebanê ya Şirnexê gundê Mijînê derbasî Kampa Mexmûrê bûbûn.

Herdu bira li gel ku li Tirkiyê ti qeyda wan a nifûsê nîne jî, tê payin ku heta 24’ê Kanûnê bi zorê wan bişînin Tirkiyê.

herdu bira li dijî rewşê helwest nîşan dan, gotin, heke wan bişînin Tirkiyê ev ê ji bo wan mirin be.

Birayan agahî da ku li Swîsreyê polîsên Tirk ew darizandine û gotin, li Swîsreyê ji min we ye ku li Tirkiyê me. Dewleta Tirk tim ji me re digot, ”terorîst”.

Li Swîsreyê jî eynî tişt hate serê min. Bi min agahiyên min dane îstîxbarata Tirk.

Tenê bi sedema agahiya ku polîsên îfadeyên min girtibûn, Swîsreyê îltîcaya min qebûl nekir.

Parêzerê herdu birayan Husnû Yilmaz diyar kir ku redkirina îltîcaya miwekîlên wî ne hiqûqî ye û got:

Em dikarin rewşê weke xetayeke mezin a hiqûqî bibînin.

Ji bo ku ev xeteya hiqûqî were rastkirin kampanya îmzeyan hatiye destpêkirin.

Parêzer îşaret bi pêdiviya Tallîyên bira bi desteka her kesî kir û got: ev destek hem peywireke însanî û hem jî polîtîk e.

SWÊD DAYIKA DU ZAROKAN DERSÎNOR DIKE
ÎDIAYA SWÊDÊ EW E ZOZAN EWLEHIYA SWÊDÊ DIXE XETERÊ!

Daîreya Koçê li ser daxwaza Säpo ku Daîreya îstîxbarata Swêdê ye biryar daye ku Zozan Buyuk Swêdê biterikîne û heta 10 salan nikaribe vegere.

Beriya pênc salan Zozan bi kurdekî hemwelatiyê Swêdê re ji Belçîkayê çûye û li Swêdê bi cih bûye.

Zozana dayika du zarokan e, dibêje: Herçend tu elaqeyeke min bi siyasetê re nîn e jî Säpo gelek pirsên siyasî ji min kirine.

Zozan ji radyoya kurdên swêdê re serboriya xwe got:

Dema ez ji bo dirêjkirina dema îqama xwe çûm navenda koçê ez şandim cem polêsên Sapo.

Wan ji min pirsa Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û PKK’ê kirin.

Daireya koçê li gel ku tu delîleke sûc li ser Zozanê nedîtibe jî talûkeya dersînorkirina Zozanê ji bo belçîkayê heye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv