“JI ROJAVA HETA WASHINGTONÊ ŞOREŞ”
SIBÊ LI MACARISTANÊ KONFERANSA ROJAVA TÊ ÇÊKIRIN
Şoreşa Jinê ya Rojava û bandor wê ya li ser gelan bi çalakiyên cuda tê nirxandin û nîqaşkirin.
Bi armanca fêmkirina bandora Şoreşa Rojava li Macaristanê bi ser navê “Ji Rojava heta Washingtonê şoreş” wê konferanseke online were lidarxistin.
Belavokên konferansê wê bi macarî û îngilizî bin û li ser malpera wan a facebookê de bên belavkirin.
Konferans wê 10’ê Kanûnê di navbeyna saet 10.00’an û 20.30’an de li ser înternetê pêk were.
Di konferansê de şoreşa Rojava û projeya wê were vegotin.
Li gorî pêşkêşkirina bernameyê di konferansê de hem wê ev şoreş û hem jî rewşa heyî ya herêmê were, analîzkirin.
Di konferansê de wê tevgerên girseyî û şoreşgerî yên van salên dawî li Sûdan, Şilî, Îran, Cezayîr, Fransa, Haîtî û Libnanê jî were nirxndin.
Sernavên konferansê jî bi vî awayî hatine diyarkirin:
Îdeolojî û siyaseta Rojava, rewşa siyasî ya rojane, paradîgmaya Rojava ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,
Rojava û guherîna avûhewayê, jinên Kurd, konfederalîzma demokratîk, jineolojî, ekolojiya civakî û teorîa feminîst, krîza global û pêla serdema nû,
li Amerîkayê tevgerên anarşîst, ji Îranê heta bi Şiliyê tevgerên civakî,
Ewropaya Rokhilat û şaredarî, li Yekitiya Ewropayê di asta şaredariyan de avakirina polîtîkayan, krîza Belarûsê, çima sosyalîzm û li Rojava konfederalîzma demokratîk.