Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Projeya dewleta tirk ya li Dersimê:Terîqet û destavêtin 09.12.2020

 

TEVNA QIRÊJÎ YA LI DERSÎMÊ
PROJEYA DEWLETA TIRK YA LI DERSÎMÊ; TERÎQET Û DESTAVÊTIN

Desthilata AKP-MHP’ê pêkanînên xwe yên Dersîmê dike hedef didomîne.

Bi tarîqat, cemaet û zanîngehan baweriya Dersîmiyan dike hedef; li bajar bûyerên destdirêjî-destavêtin zêde dibin.

Desthilata AKP-MHP’ê ji bo vê tevna xwe ya qirêjî bibe serî Zanîngeha Mûnzûrê ji xwe re weke hedef niqandiye.

Zanîngeha li bajar bûye navenda terîqat û cemaetên ku aktorên vê tevna qirêjî ne.

Xwendekara vê Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku jî ku ji 5’ê çileyê ve hatiye windakirin yek ji nîşaneya vê tevna qirêjî ye.

Rektora zanîngehê Ubeyde Îpek ji kontenjana jê re hatiye veqetandin, xwendekarên biyanî li zanîngehê qeyd dike.

Ev kes jî bi taybetî ji welatên weke Maroco, Somalî, Sûriye, Erabistana Siûdî, Efganistan, Sûdan, Yemen, Libnan, Filistîn, Ozbekistan, Tirkmenistan hatine niqandin.

Navenda Lêkolînên Dersimê der barê vê yekê de raporeke berfireh jî amade kiriye.

Nûnertiya Dersim a TUGAV û serokê Şaxa Dersim a Cemaeta Belavkirina Ilim bi Diyaneta AKP’ê ve girêdayî ne. Li Dersîmê bi ser mutîtiyê re dixebitin.

Li gorî heman raporê li zanîngeh Muznurê û burokrasiya bajêr di nava teqîqetên Menzîl û Suleymanî de hatiye dabeşkirin.

Herî dawî der barê vê tevna qirêjî de Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, li Kolana Hunerê ya Dersîmê daxuyanî da çapemeniyê.

Endamên platforêmê diyar kirin ku zanîngeh bûye mala terîqetan û xwestin rektor ji peywirê were girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv