Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK’ê: Dewleta çete berpirs e û wê tecawîzkar hesabê bidin 09.12.2020

 

KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
DEWLETA ÇETE BERPIRS E Û WÊ TECAWIZKAR HISABÊ BIDIN

Koordînasyona KJK’ê der barê bûyera tecawîza bi komî ya li navçeya Batman Kercosê daxuyaniyek da.

KJK’ê bal kişand ser êrişên sîstema baviksalarî ku di demên dawînd e li dijî jinan zêde bûne û ev nirxandin kirin:

Ev pergal şîdeta li jinan, tecawiza bi her awayî zêde dike. Ev şîdet û tecawiz di her kêlî û qadên jiyanê de dewam dike.

Dewleta TC’ê bi van pîlanên tecawizê bi sedan salan e siyaseta xwe ya qirrkirinê li dijî jinên kurd û gelan dimeşîne.

Wê bi van êrişên xwe nikaribin îrade û berxwedana jin û gelên berxwedêr bişkînin.

KJK’ê destnîşan kir ku rastiya Erdogan û Soysuz xwe di bûyera li gundê Hîsarê Kercewsê dide der û daxuyanî wiha dewam kir:

Piştî vê bûyerê êdî tu kes nikare esker û polês bi kîjan armancî hatibin erkdarkirin, veşêre û wan biparêze.

Em baş pê dizanin ku ev êrişa qirêjî û faşîst li dijî jina kurd a azad dibe û encamên polîtîkayên şerê qirêj in.

Dewlet bi van polîtîkayan dixwaze civakê bixîne û rûmeta wê bişkîne.

Ew dixwazin bi vî awayî gelê kurd ê ku bi saya jinan azad bûyî, bûye îrade, teslîm bigrin.

Êrişa li dijî jinan êrişa li dijî pêşengiya azadiyê ye. Weke ku Rêber Apo got; jin azadî ye, jin ax e, welat û jiyan e.

Erdogan û Bahçeliyên çete bi van êrişên qirêj vê rastiyê dikin hedef.

KJK’ê bal kişand bêhelwestiya raya giştî ya cîhanê ya li dijî vê bûyerê jî û destnîşan kir ku bêrefleksî yê wateya armanca wan a zîhnî weke hev e:

Dewleta çete ji vê bûyera tecawizê berpirs e. Lê dema van polîtîkayan dimeşîne jî xwe dispêre wan kesayetên ketî yên di nava civakê de.

Li dijî van êrişan Tevgera Azadiya Jinan di noqteya hesap-pirsînê de bi biryar e.

Her çi kesê ku zemîna tecawizê bi hevkarî û sîxûriya xwe çê dike, destekê dide, pêşkêşiya vê qirêjiyê dike, wê li derveyî vê hesabpirsînê neyê hiştin.

KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî bal kiaşdn ser pêngava “Li dijî qirkirina jinê dema parastina civak û jina azad e” û got:

Divê jin hemû bi awayekî xurt tevli vê pêngavê bibin da ku di demeke kurt de wê sêgoşeya zilam-dewlet-çete were têk bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv