HEWLDANA FERMANEKE NÛ LI SER ŞENGALÊ
ÊZIDIYAN LI BAJARÊ ALMANYAYÊ BONNÊ LI BER AVAHIYA NY’Ê KON VEDA
Li dijî lihevkriina dewleta Tirk, PDK’ê û hukûmeta Iraqê ya li ser Şengalê, civaka Êzidî ya li derveyî welêt xwedî helwest e.
Sazî û rêxistinên civaka Êzidî ji bo vê yekê li bajarê Almanya Bonê çalakiya nobedê dan destpêkirin.
Çalakî pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî pêk tê.
Li ser navê çalakgeran berdevkê Koordînasyona Civaka Êzidiyên Ewrûpayê Cercur Cemîl axivî.
Paşê li ser navê sazî û rêxistinên Kurdistanî axaftin hatin kirin.
Beşdaran diyar kirin ku e wê ti biryara li dijî Şengalê qebûl nekin.
Di axaftinan de bang li Kurdistaniyan hat kirin, ku li her deverê li dijî vê peymanê bibin xwedî helwest.