ENCAMNAMEYA CIVÎNA KNK’Ê
RIYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ DIYALOG E
KNK’ê di 5’ê mehê de bi awayekî online civînek pêk anî û li ser pirsgirêkên Kurdistanê û cîhanê nîqaş kirin.
KNK’ê bi daxuyaniyekê jî encamnameya wê civînê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de mijara herî zêde hate nîqaşkirin jî, provokasyonên PDK’ê ne.
KNK’ê bi bîr xistiye ku piştî aloziya ji ber provokasyonên PDK’ê derket holê,
yekser ketine nava tevgerê û tevî şandina heyetek a Başûr, gelek xebat meşandine.
KNK’ê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên navxweyî riya diyalogê destnîşan kiriye
û ji hemû hêzên Kurd xwestine ku ji aloziyan û helwestên pirsgirêkan kûr bikin û xizmetê dijmin û dagirkeran bikin, dûr bisekinin.
KNK’ê ji ber rewşa Şengalê jî fikarên xwe anîne ziman û ji bo rêveberiya Hewlêr û Baxdayê xwestine guh bidin daxwazên xelkê Şengalê.
KNK’ê aniye ziman ku ewê ji niha û pê ve jî, xebatên ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî xebatên xwe ji hemû aliyan bimeşîne.