TÊ ÎDAKIRIN KU QSD, RÛSYA Û HUKÛMETA ŞAMÊ LI HEV CIVIYAN
DI CIVÎNÊ DE BIRYARA LI HERÊMA EYN ÎSA SÊ NOQTEYÊN ÇAVDERIYÊ BÊN AVAKIRIN DERKET
Di van rojên dawî de êriş û topbaranên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêma Eyn Îsayê bi dijwarî pêş ketin.
Bi van êrîşan ve artêşa dewleta tirk peymana agirberstê ya di bin çavdêriya Rûsya de hatibû îmzekirin bi awayekî eşkere binpê kir.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ji bo pêşî girtina êriş û topbaranên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê di navbera QSD’ê, Rûsya û hukûmeta Şamê de li ser hin mijara lihevkirin çêbûye.
Heman çavkanî îdadikin ku, civîn li baregeha Rûsya ya li Eyn Îsayê çêbûye. Di civînê de li ser avakirina 3 nuqeteyên çavderiyê aliyan lihevkiriye.
Armanca van nuqteyên çavderiyê jî wê şopandina agirbest û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê kirin.
Li ser mijarê heya niha ji aliyê QSD’ê ve tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.