Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şukru Gedîk: ‘Muhasebekirina paşerojê bidestxistina siberojê ye!’

 

MUHASEBEKIRINA PAŞEROJÊ BIDESTXISTINA SIBEROJÊ YE!
ŞUKRU GEDÎK / ANHA

Gelê Kurd saleke zor û zehmet a têkoşînê li dû xwe hişt. Di sala 2021’an de şer li hemû eniyan bê navber dewam kir. Divê li ser windahî û destkeftiyên xwe bisekine û dersan jê derxe. Berfirehî û kûrahî şer, ferz dike ku li dijî wê berxwedaneke bêkêmasî hebe.
(…)

Dewleta Tirk ji forma dewletê ya klasîk derketiye. Tirkiyeyeke welê heye ku cihêbûna erkan ji holê tê rakirin, parlamentoya wê bê fonksiyon dibe, saziyên wê dûrî armanca xwe ne û ‘hiqûq’ lê tune ye. Welatekî wisa ye ku hêzeke mezin a medyayê lê bûye amûreke propagandaya desthilatê, artêş û polîs jî bûne hêzên desthilatê.
(…)

Zîhniyeta olperest-neteweperest kes, sazî û hemû muxalîfan tepeser dike. Ji ber vê yekê her kesî bi ‘terorê’ sûcdar dike. Hiqûqê diavêje merezê û berdide ser muxalîfan. Kesayeta Erdogan ji bo ku bigihêje armancên xwe dikeve her rengî û her kesî dixapîne. Ev yek karaktera hemû dîktatoran e.
(…)

Recep Tayyîp Erdogan dîktatorekî bêunîforma yê wekî Benito Mussolini, Adolf Hîtler, Francisco Franko, Idî Amîn, Augusto Pinochet e. Dîktatoriyeke sivîl a ji cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê xetertir ava kir. Bi bikaranîna olê dîktatoriyeke bê însaftir ava kir.
(…)

Dijminahiya ku li ser gelê Kurd tê ferzkirin, dijminahiyeke îdeolojîk e. Divê were zanîn ku ev dijminahî ne dijminahiyeke demkî ye, lê dijminahiyeke mayînde û bêsînor e. Li her derê êriş hene. Potansiyela wê heye ku li her dera Kurdistanê operasyon, êriş û komkujiyan bike. Tevî çekên kîmyewî hemû teknîk li dijî gerîla tê bikaranîn. Li Rojava, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê sivîlan dikin hedef. Bi balafirên bêmirov sûîqestan dikin.

Çalakiyên dijminane tevî hevkarên navxweyî jî tên kirin. PDK di vî warî de bi roleke bingehîn rabûye. Li herêman torên îstîxbaratê çêdikin û gelek kesayetan dikin hedef.

Wan hewl dan ku di sala 2021’an de bi rêbazên nû yên şer ango teknîk-taktîk-îstîxbaratê xwe bigihînin encamekê. Li hemû parçeyên Kurdistanê êriş kirin, li ku derê Kurd hebin (li Ewropayê jî) û xuya ye dê vê yekê bidomînin jî. Heke têkoşîna li dijî vê bi giştî û koordîneyî be, encam dê jê derkeve. Divê li hember dijminekî ku li her derê êriş dike, dîsa li her derê bersiv were dayîn. Ji ber ku dijminekî hevpar heye.
(…)

Li dijî dijmin pêwîstî bi yekitiya hêzan heye. Li gel yekitiya hêzan, pêwîstî bi têkoşîneke hevpar jî heye. Di sala 2021’an de Kurdan berxwedaneke mezin meşand û dikarin sala 2022’an veguherînin sala serkeftinê. Heke Kurd li gorî vê yekê tev bigerin, serkeftin teqez e. Tu gumana me ji serkeftina siberojê nîn e. Sersala berxwedêrên li dijî faşîzmê bi van hêviyan pîroz dikim.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv