Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rûniştina 1. a doza Denîz Poyraz pêk hat: Dozger got kujer ne endamê rêxistinekê ye

 

RÛNIŞTANA 1. A DOZA DENÎZ POYRAZ PÊK HAT
DOZGER GOT KUJER NE ENDAMÊ RÊXISTINEKÊ YE

Rûniştina 1. a qetilkirina Deniz Poyraz pêk hat.

Beriya rûniştinê bi tevlîbûna sedan jinan li ber Edliya Izmîrê daxuyaniyek hat dayîn.

Jinan diyar kir, ku heya kûjerên komkujiyê bên darizandin ew ê şopdarên dozê bin û têkoşîna Edaletê bidomînin.

Li vir tevî malbata Deniz Poyaz 500 parêzer beşdarî dozê bûn.

Her wiha Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên Parlamentoya Danîmarkayê Lars Aslan Rasmussen, Soren Sondergaard û serokên baroyên 29 bajaran rûniştina dozê şopandin.

Gelek parêzer û parlementer jî di ketina salona dozê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin astengkirin.

Nêrazîbûna li dijî kuştina Deniz Poyraz bi siloganan di nava rûniştina dozê de jî dewam kir.

Kujer Onur Gencer bi ken û gefên xwe ket hundirê salonê.

Parêzeran bi gotina’ Wê kujer hesab bide’ nerazîbûn nîşan dan.

Dozger di encama lêkolîna xwe de nêrîna xwe ya ji bo kujer Onur Gencer ji bo dadgehê ragihand, ku ne girêdayî ti rêxistinên terorîst e.

Lê li holê wêneyên Onur Gencer ên bi çeteyên dewleta Tirk re yên li Sûrî hene.

Bi vî rengî rêjîma faşîst bi rêya dozgerê xwe, hê destpêka wê, doz weke bûyereke şexsî ragihand.

Li dijî vê yekê Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bi gotina ‘ ev kes kujer e. li Minbicê ji aliyê DAÎŞÊ ve hat perwerdekirin’ nerazîbûn nîşan da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv