Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Pelda: ‘Di nava şer de têkiliyên qirêjî yên aborî yên Tirkiyê’

 

DI NAVA ŞER DE TÊKILIYÊN QIRÊJÎ YÊN ABORÎ YÊN TIRKIYÊ Û KRÎZ
AHMET PELDA / ANHA

Krîza aborî ya Tirkiyê krîzeke binyadî ye. Hewldana ravekirina rewşa heyî tenê bi piyaseyên fînansî, bi taybetî bi dolar û daxuyaniyên ku têne dayîn, hewldana veşartina kêşeyên rasteqîn in. Anku heke pirsgirêkên siyasî, civakî û dîrokî tenê bi aboriyê û dovîzê ve bên girêdan, tenê taloqkirina mijarên bingehîn e.

Lewma jî divê em bala xwe bidine aliyê binyadî yê aboriya Tirkiyê û ji aliyê dîrokî û rojane ve binirxînin.

Biryarên 24’ê Çileya 1980’yî karektera heyî ya aboriya Tirk ava kir ku derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî ew xistine meriyetê. Dema ku Turgut Ozal musteşar bû ev biryar amade kirin û ji sala 1983’yan ve ew biryar bi cih anîn û hîmê aboriya niha ya Tirkiyê danî.

Tevî ku hemû navgînên şerê taybet û çavkaniyên aborî yên qanûnî-neqanûnî hatin seferberkirin jî sîstem bi ser neket û Ozal bi însiyatîfên xwe yên çareseriya siyasî û daxwaza agirbestê, karî bikeve pêvajoyeke nû. Lê belê aliyên şerê taybet ku li ser aborî û siyasetê serdest bûn û têkiliyên wê yên hundir û derve, ji însiyatîfa Ozal nerazî bûn, ew û yekîneyên din ên leşkerî û siyasî yên wekî wî difikirîn, tesfiye kirin.

Bi rêya komploya li dijî Ocalan, ji nû ve dîzaynkirina Tirkiyê ket pratîkê û bandoreke mezin li vê aboriyê kir.

Serokwezîr Ecevît diyar kir ku ew nikare fêm bike bê çima Ocalan teslîmî Tirkiyê kirine û hemleyên din jî nedîtin. Modela pêşniyara Ocalan a “komareke demokratîk” û gavên di vê çarçoveyê de avêtin jî, fêm nekirin û wek têkçûn û teslîmbûna PKK’ê hatin şîrovekirin.

Di aliyê siyasî de jî pêşî li Erdogan hate vekirin. Piştgiriya muhafazekarên li hundir, pêvajoya endamtiya YE’yê û desteka li derve, bidestxistina parên şîrketên taybet û dewletê yên li borsayê, derfeta sermayeya biyanî ku razemeniyê bike, pêvajoyeke refahê ya nîsbî da destpêkirin.

Her wiha nîqaşkirina pirsgirêka Kurd, entegrasyona îslamîstan di nava sîstemê de, bêbandorbûna komên mafyayê, sînordarkirina hêzên leşkerî jî pêvajoyên temamker bûn.

Krîza aborî ya global a 2007-2008’an bandor li gelek welat kir û avaniyên wan ên civakî û siyasî ji vê bandore para xwe girt. Bihara Ereban cureyekî encamên wê ye. Li Tirkiyê jî wek ‘Berxwedana Geziyê’ derket hole û piştî ku Erdogan nekarî pirsgirêka Kurd çareser bike, tengav bû.

Di dema Ozal de Bulxar û Efxan, di salên 1990’î de Kurdên ji gundan hatin koçberkirin û koçberî bajaran bûn, niha jî bi saya Ereb û Efxanan li Tirkiyê hêza kar her peyda dibe. Ji ber ku hilberîn sekinî, Tirk jî bê kar man û bû sedem ku nîjadperestiya li hember koçberan zêde bibe. Ev aloziya civakî jî, aboriyê dixe nava tevliheviyê.

Di vê rewşê de derfetên kar û îstîhdamê kêm in. Zêdebûna bêkariyê, ji ber ku karker nikarin deynên xwe bidini, rabûn û daketina li bazara derve, enflasyona zêde û hêza mezaxtinê ya kêm, êdî ji krîza aboriyê wêdetir rê li ber krîzên civakî, siyasî û derûnî vekiriye.

Wekî mînakên Ozal, Çîller û Ecevît, azloziyên mezintir afirandin û tawîzên mezin dan. Welatekî ku di nava xwe de lihevkirineke siyasî ya civakî neafirîne, tenê ji ber çareseriyeke bi derve ve girêdayî, dikare xizmetê ji hêzên şexsî re bike, lê belê krîzê mezintir dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv