Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: ‘Diçin mirinê kes dengê xwe nake!’

 

DIÇIN MIRINÊ KES DENGÊ XWE NAKE!
WEYSÎ TALLÎ / WELAT

Bi taybet bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re krîz û kaosên li başûrê Kurdistanê kûrtir bû. Vê pêvajoya giran ku li her derê bi bandor bû, herî zêde jî bandorê li başûrê Kurdistanê kir.

Nebûna siyaseteke xurt û pêşbîn kir ku başûrê Kurdistanê di nava krîzên siyasî, aborî, civakî û çandî de binale. Herî zêde jî bandor li jiyan û dahata welêt kir. Xaka ku ji sedî 51’ê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû derxistin, 16’ê Cotmeha 2017’an ji ber nelihevkirina PDK û YNK’ê Kerkûk jî di nav de ket destê Heşdî Şebî ya girêdayî Îranê. Ji wê rojê û pê ve Kurd li Kerkûk û gelek herêmên weke madeya 140 tê nasîn, di navbera Iraq û başûrê Kurdistanê de ji ber ku lihevkirin pêk nehatiye, ketine rewşeke pir xirab.
(…)

Êdî hal giha wê yekê, reva ji welat destpê kir. Êdî ne tenê hejar, xwendekar, ciwan; kê derfet dît ket ser rêya Ewropayê. Dema rewş wiha bû, ev yek bi kêrî qaçaxçiyan hat. Bi rêbazên xapîner û dîsa taybet PDK û alîgirên wê rê da ciwan biçin Ewropayê.
(…)

Di demekê de evqas agahiyên mirina xelkê Başûr ji ber hejarî û siyaseta şaş a jiyanê tê û dikevin ser rêya mirinê. Em dibînin rayedarên PDK’ê li Kanadayê xwedî qesr in. Bi pereyê karmend, pêşmerge û civakê li derveyî welat xwedî qesrên bi milyonan dolar in. Ev çawa dibe? Aliyek ji ber hejarî bikeve ser rêya mirinê, li aliyê din rayedarên hikûmetê xwedî qesr in. Ev qesr çawa kirîn? Eger ku krîza aborî heye, baş e ev qesr çawa hatine kirîn?
(…)

Berpirsên vê kî ne? Ev qetlîam û qirkirin e. Her roj agahiya mirinê tê, deng ji kesî dernakeve. Her roj agir bi mala kurdek dikeve, gelek hê nizanin cenazeyên wan li ku ne, li ser sînorên welatan di nava avê de windabûne û çûne.

Di demekê de ku her kes qesta mirinê dike, çima kes li ber vê ranabe? Jiyan wê bi vî rengî neyê jiyîn. Ev dojeh e. Ev bêdengî dê xeteriyên mezintir bîne.

Serî de ciwan xelkê Başûr, divê vê weke qeder nebînin û serî li ber netewînin… Ji her alî ve li ser xaka Kurdistanê şer heye. Em vê xakê neparêzin, em ê nikaribin li tu deverê bijîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv