Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şukru Gedîk: ‘Ma ji bo sekinandina diktatorekî êdî çi lazim e?’

 

MA JI BO SEKINANDINA DÎKTATOREKÎ ÊDÎ ÇI LAZIM E?
ŞUKRU GEDÎK / ANHA

Gelê Rojava dîsa di 20’ê Çileyê bi planeke xeternak a dewleta Tirk re rû bi rû ma. 20’ê Çileyê salvegera dagirkirina Efrînê ye. Êrişa berfireh a DAIŞ’ê bi êrişa li ser girtîgeha li Hesekê re sînordar ma. Her ku nepeniyên êrişê eşkere dibin, armanca plana êrişê ya hovane jî derdikeve holê, ku armanc ne tenê girtîgeh bû, lê Rêveberiya Xweser bi giştî bû.

Gele Rojava û hêzên wê yên parastinê li hemberî komikên DAIŞ’ê serkeftina xwe îsbat kir û îro careke din derket holê ku wan gelek tişt dîyarî mirovahiyê kirine. Ji ber vê yekê jî şoreşa Rojava ne tenê ji bo Rojava, her wiha ji bo tevahiya cîhanê wateya xwe mezin e. Hiştina wan çeteyên DAIŞ’ê di bin kontrola rêveberiya Rojava de jî, ji bo gelen cîhanê şansekî mezin e. Divê girîngiya vê yekê bê zanîn.

Êrişa li Hesekê, planeke dewleta Tirk e ku wê kontrol kiriye û bi rê ve biriye. Ev êriş hewldana vejandina cara duyemîn a DAIŞ’ê ye û pê xwestin çeteyên di girtîgehê de birevînin.

Çete hem di ser Sûriyê re hem jî di ser Iraqê re anîn û hewl dan wan derbasî Holê bikin da ku ji nû ve gelek deveran bixin bin kontrola xwe. Bi ser de jî li gel çeteyên ji Tirkiyê derbasî Sûriyê kirine, dê Reqa ji du milan ve dorpêç bikirana ku DAIŞ’ê berê ji xwe re kiribû navend û Rojava bi yekcarî desteser bikira. Di çarçoveya vê senaryoyê de şaneyên DAIŞ’ê tev gerandin.

Armanca wan Rêveberiya Xweser û saziyên wê, navendên Asayîşê, QSD’ê û her wiha baregehên hêzên Koalîsyona Navneteweyî bûn. Haya DYA û Rûsyayê jî ji vê planê heye. Lê dîsa jî êrişên dewleta Tirk nasekinin an jî nayên sekinandin. Ji bo ku cîhan dîktatorekî bisekinîne ma êdî çi lazim e?

Rêvebriya Xweser bi derfetên xwe yên kêm hewl dide wan çeteyan kontrol bike lê dewletên ku ew çete welatiyên wan in jî, bê deng in. Xwe ji ewlehî, darizandin û mesrefên çeteyan dûr digirin. Welatên Ewropayê li hember gefên dewleta Tirk ên têkildarî penaberan, gelek pere dan lê di vê mijara gelekî hesastir de enîşka xwe nîşan didin. Ma xeteriya penaberan ji ya çeteyên DAIŞ’ê zêdetir e?

Rejîma Sûriyê diyaloga li gel Rêveberiya Xweser qebûl nake û ev jî nîşan dide ku bi girîngiya xetereya DAIŞ’ê nizane. Heke Rojava bikeve bin kontrola DAIŞ’ê, ev di serî de ji bo Esad dê bibe gef. Dewleta Tirk careke din nîşan da ku ne rejîma Esad ne jî Rêveberiya Xweser naxwaze. Êrişa li ser girtîgeha Hesekê divê wiha were şîrovekirin.

Gelê Rojava hovîtiya DAIŞ’ê dîtiye û bi vê êrişê re careke din dît ku xetere li ber derî ye. Ji bo ku li hemberî vê planê parastina xwe bike, divê gelê Rojava xwedî wê hişmendî, birêxistinbûn û alavan be. Tenê têkbirina DAIŞ’ê têrê nake, divê heta ku êdî careke din nekare serê xwe rake, li hemberî wê têbikoşe.

Dewleta Tirk organîzatora vê êrişê ye û heke li hemberî wê helwesteke zelal çênebe, êrişên DAIŞ’ê dê bidomin. Divê gelen Ewropayê li hember hevkariya DAIŞ û Erdogan helwesta xwe diyar bikin ku ev ji bo wan jî xetere ye. Ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê her tim hewcedarî bi hevgirtina enternasyonal û ruhê Kobanê heye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv