Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: ‘Wêneya Semra Guzel’

 

WÊNEYA SEMRA GUZEL
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Meşrûiyeta hatiye qebûlkirin ji bo mirovan jî û ji bo civakan jî hêza herî girîng e. Desthilatdar beriya her tiştî hewl didin vê hêza di destê civakê de bidizin. Dema nikarin pêk bînin jî qirêj dikin û dixwazin gumanan derbarê de çêbikin. Dema ji bo vê meşrûiyetê qirêj bikin çapemenî, wêje, sînema, sendîka, nivîskar, hunermend û muxalif li kêleka desthilatê cih bigirin jî, beredayîna civakê jî hêsantir dibe.

Semra Guzel, li gel hevalê xwe yê xwendinê ku tevlî refên gerîla bûye wêne kişandiye. Ev wên di destê MÎT û dewletê de bi salan hatiye sekinandin û îro xistine piyaseyê. Pişt re jî bi lez bez fezleke amade dikin. Piştî ku fezlekeya Semra Guzel rêkirin meclîsê, CHP, Îyî Partî û partiyên dûvik, ji bo destnedan were rakirin li dû hev daxuyaniyan didin. Yên ku heya êvarî li hemberî hev heqaretê dikin di nava rojekê de hemû nakokî û şerê di nav xwe de jibîr dikin.

Ji ber ku dijminatiya li Kurdan û kesên ji bo azadiya Kurdan tevdigerin û sûcdariya li dijî nunerên gelê Kurd, li Tirkiyê hê jî argumanek e ku prîm dike.

Di siyaseta Tirkiyê de kesê herî bê şexsiyet Devlet Bahçelî, çeteyê mafyayê Alaattîn Çakici li meqamê xwe qebûl dike, pesnê wî dide û pê re wêne dikişîne. Dengek ji parlamentoya Tirkiyê, CHP, Îyî Partî, Kiliçdaroglû û Akşener dernakeve.

Wêneyên Suleyman Soylû ku bi gangster, diz, mafya û tiryakfiroşan hemûyan re kişandiye jî li meclîsê, di medya û çapemeniyê de tu hêrsbûnekê çênake.

Gelo wênekişandina kesên dewletê birêve dibin, wezîrên karên hundir, şaredaran ku bi kujeran re normal e û tiştekî ji rêzê ye lê yê Semra Guzel ku li gel hevalekî xwe yê gerîlla sûc e? Yê ku bibêje “erê” û vê nakokiyê nebîne bê heysiyete!

Ya kesên dewletê birêve dibin, AKP, CHP, meclîs û dadgeriyên Tirk raste rast ji me me re dibêjin eve; Çeteyên me yên mafyayî, qatilên me yên nijadperestên Tirk-Îslamî meşrû ne, lê belê gerîlayên ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin ne meşrû ne.

Ev rewş ne tenê têkoşîna qiyasa wêneyek e, qiyasa di navbera meşrûbûn û nemeşrûbûnê de ye.

Ku referandûmek pêk were, bi tiliyan yek bi yek bi hejmêrin jî, wê derkeve holê ku piraniya gelê Kurd PKK’ê ji bo xwe weke tevgereke azadiyê dibîne.

Abdullah Ocalan wekî rêxîner û avakarê vê têkoşînê, bi gotineke din wekî rêberê xwe yê meşrû dibîne. Gerîla wekî hêza xwe ya parastinê û parêzgerê xwe dibîne.

Meclîs, AKP, CHP, Dadgeha Bilind, zanîngeh, mizgeft, qişle û dezgehên çapemeniyê ne dikarin vê rastiyê biguherînin, nejî rêxistineke çêker li dewsa wê deynin. Lîsteyên hêzên navnetewî yên “terorê” jî nikarin vê rastiyê biguherînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv