Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: ‘Xelkê Efrînê ji bo axa xwe helwesteke girîng nîşan dide’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
XELKÊ EFRÎNÊ JI BO AXA XWE HELWESTEKE GIRÎNG NÎŞAN DIDE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Bi mebesta salvegera dagirkirina Efrînê Mûstafa Karasû, destpêkê vê mijarê nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk di çerçoveya dijminatiya li dijî Kurdan de Efrînê dagir kiriye.

Mûstafa Karasû, bêdengiya qada navnetewî û dewletan a li hemberî hovîtiya dewleta Tirk ku li Efrînê pêk tîne bibîr xist û bal kişand ser helwesta xelkê Efrînê ya ji bo axa xwe.

Bi rastî jî xelkê Efrînê helwesteke mînak nîşan dide, welatê xwe terk nake.

Gelekî girînge ku li kêleka Efrînê Şehbayê dimîne.

Bi rastî jî Eefrîn yek ji wan herêmên herî xweş yê Kurdistanê ye.

Xwedî derketina li Efrînê ne tenê erka xelkê herêmê ye, di heman demê de erka gelê Kurd hemû ye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
VEKIRIYE KU LI PIŞT ÊRIŞA DAIŞ A LI HESEKÊ DEWLETA TIRK HEYE

Di dewama nirxandinên xwe de Mûstafa Karasû, êrişên DAIŞ ên li Hesekê û êrişên dewleta Tirk a dagirker li Şengalê jî nirxand.

Mûstafa Karasî diyar kir ku DAIŞ bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî Hesekê kiriye.

Ji bo ku DAIŞ karibe êrişeke bi vî awayî bike divê ji derve piştgirî bigire.

Ji ber ku destpêkeke vê êrişê û dumahîka wê heye.

Wê bi hezaran DAIŞ’iyan bi kuve bibin.

Vekiriye ku wê wana bibin deverên ku dewleta Tirk dagirkiriye Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê.

Wê wan çeteyan bibirana van devaran.

Ji vî alî ve zelale ku li pişt vê êrişê dewleta Tirk heye.

Bêguman bi destê dewleta Tirk û MÎT’ê hatiye organîzekirin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
ARMANCA BINGEHÎN A DAIŞ ÊRIŞA LI DIJÎ ŞOREŞA ROJAVA BÛ

Têkildarî armanca êrişê de jî Mûstafa Karasû destnîşan kir ku DAIŞ’ê şoreşa Rojava ji xwe re kiriye hedef

Li gorî agahiyên hatine ber destê me ku bi ser biketina wê DAIŞ’ê li herêmê bigihîştina hev.

Pişt re jî berê xwe bidana şoreşa Rojava.

Lê hêzên QSD, bersiva pêwîst da van êrişan.

Helbet DAIŞ ne rêxistineke ji rêzê ye.

Hin pirsgirêkên têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê hene.

Em dibînin ku bi sedan zarokan rehîn girtine.

Ango nêzîkatiyeke DAIŞ’ê ku wê civaka navnetewî çi bibêje, mirovahî çiye tine ye.

Ji ber vê yekê dikare zarokan jî bikuje, sivîlan jî bikûje.

Kuştina van hemûyan dikare bigire ber çavan.

Bikaranîna sivîlan û zarokan rê li ber digire, ku QSD di demeke kin de van êrişan bêbandor bike.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
TU CUDAHÎ DI NAVBERA ÊRIŞA DEWLETA TIRK A ŞENGALÊ Û DAIŞ’Ê DE TINE YE

Mûstafa Karasû bi berdewamî têkiliya di navbera êrişên dewleta Tirk a li Şengalê û ya DAIŞ a li Hesekê yên hemwext destnîşan kir.

Tu ferq û cudahî di navbera êrişa dewleta Tirk a şengalê û ya DAIŞ’ê de tine ye.

Armanca yeke, ji ber ku evder wê ji bo demokrasî û azadiyê bibin deverên mînak van êrişan dikin.

Bi salan e dewleta Tirk êrişî Şengalê dike û êdî divê weke êrişa DAIŞ’ê were dîtin.

Derbarê têkilya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî Mûstafa Karasû diyar kir ku her du alî jî li dijî xweseriya gelê Êzidî dibin şirîk.

Lê belê wê tu hêz nikaribe li ber xweseriyê bisekine.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv