Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Steve Sweeney: ‘Artêşa Tirk li hemberî gundiyên Başûrê Kurdistanê jî çekên kîmyewî bi kar anîn’

 

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
“ARTÊŞA TIRK LI HEMBERÎ GUNDIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN”

Rojanemvanê Îngiliz Steve Sweeney yek ji wan rojnamevanan ku cara yekem ji raya giştî ya cihanê re ragihand ku dewleta tirk li hemberî gerilla çekên kimyewî bikartîne.

Stev Sweney dibêje,”dewleta tirk ketibû nava şerekî ku nikaribû jê serkeftî derkeve. Dema firq kirin ku nikarin pêşkevin, çekên kimyewî bikaranîn.

Edîtorê rojanama Morning Star ê Steve Sweeney di şerê li hemberî gerilla de, bal kişand ser hevkariya Ingiltere û Almanya ya bi dewleta tirk re û weke nûmune da xuya kirin:

Dema nêçeyên bikaranina gaza kimyewî ket rojevê İngiltere û Tirkiye bi mîqtareke zêde pere weke bexş dan saziya OPCW ku ji lêkolînkirina vê mijarê berpirsiyare.

EDÎTORÊ ROJANAMA MORNING STAR Ê STEVE SWEENEY:
DI NAVA 6 MEHAN DE, 500 GUNDÊN KURDAN HATIN VALA KIRIN

Stêv Swêney da xuya kirin dewleta trik şerê xwe yê li başûr Kurdistanê herçend weke operasyoneke li hemberî gerilla nîşan bide jî di rastiyê de şerekî vekirî yê li hemberî tevahiya gelê Kurd e û derheqê bikaranina gazên kimyewî de çavdêriyên xwe bi van gotinan ani ziman:

“Min pêşî vîdeoyek temaşe kir, tê de bedenên gerilla bê ku li ser wan birîn hebin ji tunelan hatin derxistin. Ez ji gaza kimyewî ketim şikê û weke refleksa rojnamevaniyê ez çûm heremê. Li nêzê qada bûyerê, ez bi gelek gundiyên derdorê re axivîm. Min birînên li ser laşê wan bi çavên xwe dîtin. Hemû îşaretê gazên fosfor û kimyewî dikirin. Gundiyan behsa duxaneke sipî kirin. Ez bûm şahid ku hêzên dewleta tirk bi zanebûn pêşî gundî kirin hedef. Di nava 6 mehan de, 500 gundên kurdan hatin vala kirin.”

Steve Sweney weke çareserî pêşniyaz kir ku Tayyip Erdogan ji ber sûçên şer li dadgeha Navnetewî ya Lahey were mehkeme kirin, gera navnetewî lê xwere qedexe kirin. Ji bo ev yek pêk were di qada navnetewî de pêdivî bi tevgereke berfireh ya sivîl heye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv