LI BAKUR TÊKOŞÎNA JI BO ZIMANÊ KURDÎ
PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ LI AMEDÊ DAXUYANIYEK DA
Platforma Zimanê Kurdî têkildarî kar û xebatên xwe yên li Kurdistanê û Tirkiyê li Amedê daxuyaniyek da.
Civîna çapemeniyê li Cemiyeta Rojnamevanan a Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin.
Tevî parlementer Îmam Taşçier nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên di nava platformê de cih digirin, beşdarî civînê bûn.
Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrê têkildarî xebatên platformê agahî dan:
Şerefxan Cizîrî diyar kir, ku wan li Batman, Semsûr û Mêrdînê nûnertiyên xwe vekirine û wiha got, plana me ew e, ku em li Riha, Şirnex û Wanê jî nûnertiyên xwe vekin.
Berdevkê TZP’ê da zanîn, ku wan bi partiyên HDP, CHP, DEVA, Saadetê re hevdîtin pêk anîne.
Şerefxan Cizîrî anî ziman, ku hevdîtinên wan piranî erênî derbas bûne û got, AKP û Partiya IYI bersiv nedane daxwaza wan a hevdîtinê.