LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ LI GELEK NAVENDÊN EWRÛPAYÊ HAT PROTESTO KIRIN
Kurdistanî û dostên xwe li gelek navendên Ewrupayê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta tirk ve di nava tevgerê de ne.
Bi taybet jî li welatên weke Swîsre, Elmanya û Fransa.
Çalakiya herî girseyî li bajarê Basel ya Swîsreyê bu..
Kurdistaniyan bi kincên îşareta bikaranîna çekên kîmyewî didin ,li xwe kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.
Li bajarê Marsîlya Fransayê jî Kurd û dostên xwe li qadan bûn.
Çalakgeran bal kişandin ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û êrişên wê yên li ser qadên gerîla.
Li bajarê Dûîsbûrga Elmanyayê li dijî êrişên çekên kîmyewî standek hat vekirin.
Endamên Meclîsa Jinê ya Asya Yuksel, pêşengî ji çalakiyêre kir.
Di çalakiyê de Gelên herêmê têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî hatin agahdarkirin.
Li Dusseldorfê jî Kurdistaniyan Standa agahdarkirinê vekirin û ji bo saziyên NY’ê bikevin tevgerê îmze berhevkirin.