Rêvebirên Dewleta tirk ji dehan salan vir ve, bi planên xwe yên şaş yên civakî, wisa kirine ku gelên Anadoliyê û Kurd ji bo devara xwe bikin hewceyê Stenbolê kirine.
Li bajarên Anadoliyê hêjmara navendên endustriyê, hilberîn û kargeh gelek kêm in.
Gel bi giranî debara xwe bi xwedîkirina sewalan û bi çandinî dike.
Lê bi zêdebûna hêjmara nifûsê re, erd û zevî têra gel nekir. Yên firsend dîtin berê xwe dan Stenbol û bajarên mezin.
Ji bo Kurdan ji bilî vê rewşa civakî, meseleyên siyasî jî bûn sedemê hatina wan ya Stenbolê.
Ji salên 90î vir ve gelek malbatên kurd yên maxdûrên rejima tirk xwe sipartin Stenbolê.
Îro ji 3an yekê şeniyên Stenbolê kurd in. Ango ji 16 milyon şeniyên Stenbolê, nêzê 5 milyonê wê Kurdin.
Stenbol ji ber hêjmara zêde ya şeniyên xwe bi gelk pirsgirêkan re rû bi rû ye.
Ji pirsgirêkên rê, xanî û avê bigirin heta peyda kirina kar.
Di vê demsalê de pirsgirêka herî berçav ya Stenbolê kêmasiya avê ye.
Stenbol çavkaniya xwe ya avê ji bendavên derdorê digire. Lê ava van bendavan di vê demsalê de daketiya asteya herî kêm ya van 10 salên dawî.
Li gorê daneyên saziya avê İSKİ, li Stenbolê rojê, nêzê 3 milyon metrekup av tê xerc kirin.
Ava li bendavên derdorê daketiye bin ji sedî 20. Lê miqtara xerckirinê jî roj bi roj zêdetir dibe.