Girêva birçîbûnê ya li zindanan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li girtîgehan dest pê kirî di roja 16’an de, bi koma 4’an didome.
Grêva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK’yî û PAJK’î ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zext û zordariya li girîgehan were 27’ê Mijdarê dest pê kiribû di roja 16’an de bi koma 4’an didome.
Girtiyan ji girtîgehê peyam şandin, diyar kirin zext û zordarî ji salên 90’î bihurîne û gotin,”Heta niha we nekarî me teslîm bigirin, hûn ê nikaribin, hûn ê nikaribin me birûxînin, we nekarî roja me tarî bikin û hûn ê nikaribin” û diyar kirin heta ku tecrîd bi temamî hilweşe ew li ser têkoşînê biryardar in.