Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve û Parlementerê Partiya Sosyalîst ê ji Parlementoya Swîsreyê Fabîan Molîna rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a li ser Îmraliyê ji hikûmeta Swîsre pirsî.
Wekîlê Partiya Sosyalîst Fabîan Molîna têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ji bo hikûmet bersiv bide pêşnûmepirsek amade kir.
Molîna ev pirs ji hikûmetê kir:
*Konseya Federal, hûn rapora CPT’ê ya 5’ê Tebaxa 2020’ê ya li girtîgehên Tirkiye û binpêkirinên mafan ên cidî ku dema destgîrkirî tên kirin çawa dinirxînin?
*Hûn tevlî daxwazên CPT’ê dibin?
*Mijara mercên girtîgehên Tirkiye, bi taybet mercên girtîgeha Îmralî ku di raporê de hatiye gotin nayê qebûlkirin, hûnê vê ji bo hikûmeta Tirkiye ragihînin û ji bo başkirina vê xebatê bikin?
Beriya niha jî ji hikûmeta Elman û Swêdê tecrîda li Îmralî hatibû pirskirin.