Hikumeta Tirk AKP- MHP jî weke dewra cemata Fetullah Gulen, bi rêbazên asimilasyonê dixwaze Dersimiyan ji nasnameya xwe dûr bixe.
Ji bo vê armanca xwe, her cûre rêyî diceribînin. Tarîqat, komele, weqif û zanîngeh…
Dersimî li dijî van hewldanên qirêj banga hestiyarî û berpirsyariyê dikin.
Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo Dersimî ji nasnameya xwe ya Kurd û Elewîtî dûr bixin, hemû derfetên dewletê seferber kirine.
Bi butçeyên mezin û bi riya tarîkat, weqf, komele û saziyên qaşo alîkariyê, xebatên qirêj dimeşînin.
Ji Dersimiyan Yasemîn Soylemez ya dema bi hêzbûna cemata Gulen zarokê xwe neşandibû kreşa beleş, balê dikişînin ser xetereya li ser çand û nasnameya Dersimê.
Yasemîn Soylemez anî ziman ku desthilatedarî wekî dema Cemata Gulen, bi riya tarîkat, cemat, weqf û saziyên cûr be cûr dixwaze Dersimiyan asîmîle bike û ji nasname û çanda wan dûr bixe.
Yasemin Soylemez li dijî xetereyan banga hestiyari û berpirsyarî li hemû dersimiyan kir.