Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Solidaires: ‘Li dijî êrişan em ê bi gelê Kurd re bin’

 

ÊRIŞA LI STRASBOURGÊ
SOLIDAIRES: LI DIJÎ ÊRIŞAN EM Ê BI GELÊ KURD RE BIN

Êrişa polîsên fransî li dijî çalakiya Strasbourgê ji aliyê gelek derdoran ve hat şermezarkirin.

Solidaires ku tevli çalakiyê bibû di heqê êrişê de lis er malpera xwe daxuyaniyek weşand.

Rêxistinê destnîşan kir ku li dijî êrişa wê destteka xwe ya bi kurdan re bidomînin û wiha got:

2’yê cotmehê li ser banga rêxistinên kurdan em jî tevli mîtînga ji bo azadiya lîderê kurdan Abdullah Ocalan bûn.

Ocalan ji 1999’an ve li Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin.

Rayedarên fransî çalakiya demokratîk asteng kirin û êrişî konên komun ên hatibû vedan kirin.

Di êrişî de bi dehan kes birîndar bûn. Em weke Yekitiya Sendîkayên Solidaires li dijî van êrişan deklere dikin ku em bi gelê kurd re ne.

Hikûmeta fransî careke din li dijî têkoşîna meşrû a azadiyê serî li şîdetê da. Em ês erî netewînin û bi hev re qezenc bikin.

ÊRIŞA LI STRASBOURGÊ
ÊRIŞ LI PAYTEXTA ÎNGILISTAN LONDONÊ HAT PROTESTOKIRIN

Kurdên li paytexta Îngilistan Londonê tevî dostên xwe daketin qadan û hem êrişa polîsên Fransayê ya li ser gundê komun ê ji bo azadiya Rêber Apo hate avakirin, hem jî hewldana PDK’ê ya ketina nava Şengalê şermezar kirin.

Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, TÊKO-JIN û Meclîsa Gelê Kurd a Londonê pêk hat.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êrişa hovane ya dewlet û polîsên Fransayê ya li ser welatparêzên me ti carî nayê qebûlkirin. Ev êriş xizmetê ji polîtîkayên înkar û komkujer ên şefê faşîst Erdogan re dike. Berxwedan û têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv