Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCDK-E: Bila Walîtiya Strasbourgê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bang li Walîtiya Strasbourgê kri ku ji ber êrişa ‘cihê şermê’ ya polîsên Fransayê ya li dijî çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan, tavilê daxuyaniyekê bide û lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê têkildarî êrişa polîsan a li Strasbourgê li ser Gundê Komun di 2’ê Cotmehê de hate kirin daxuyaniyek da û êriş ‘bi tundî’ şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku sendîkayên Îngiliz, Fransayê, rêxistina civaka sivîl a Fransayê MRAP, gelek rewşenbîr, akademîsyen, rêxistinên jin û ciwanan ên gelên Ereb, qonaxa duyemîn a pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ li Strasbourgê 2’ê Cotmehê bi mîtîngekê hate ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di mîtîngê de ku ji Îtalya, Îngilistan, Fransa û gelek deverên din kesayet tevlî bûn, daxwazên gelê Kurd û dostên wan ên ji bo bidawîkirina tecrîda 23 salan û bicihhatina hiqûqa navneteweyî hate ser ziman. Bila biryara Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo bi cih were anîn. Li ser dewleta Tirk pêkanîn bê ferzkirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî divê berpirsyariyên navneteweyî bînin bîra Tirkiyeyê û eger pêwîst bike divê pêkanînan lê ferz bike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê hêza xwe ya pêkanînê bi kar bîne û ji bo azadiya Rêber Ocalan gavên siyasî tavilê biavêje.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Strasbourgê di 2’ê Cotmehê de bi van daxwazan mîtîngek bi rengekî serketî pêk hat û kesên amadekar û beşdarên mîtîngê hate pîrozkirin.

KCDK-E’yê bi bîr xist ku piştî vê mîtîngê li qada Arnoldê, Kurdistanî û dostên wan ji bo daxwazên xwe bidin bihîstin û saziyên pêwendîdar bikevin nava liv û tevgerê, mafê xwe yê bêîteatiya sivîl bi kar anîn û dest bi çalakiya komuna gund ê ji konan kir.

Dİ daxuyaniyê de hate gotin, “Lê belê polîsên Strasbourgê bi rengekî bêrehm êriş birin ser jin, ciwan, extiyar ên li gundê ji konan. Çalakger bi erdê re hatin kaşkirin, tundî li wan hate kirin û gazên ku çavan dişewitîne li dijî wan hate bikaranîn. Kon hatin parçekirin, eşyayên şexsî ji hev hatin belavkirin. Bi van êrişan re walî û polîsên Strasbourgê hêz dane polîtîkayên qirêj ên Erdogan ê ku xwedî mejiyê DAÎŞ’ê.

Em bang dikin ku ji ber vê êrişa cihê şermê ya li dijî komuna gundê ji konan tavilê daxuyaniyekê bidin raya giştî û ji gelê Kurd û dostên wan lêborînê bixwazin.

Divê were zanîn ku êrişên terorê yên dewleta Tirk û bêdengiya dewletên Ewropayê wê nikaribin gelê Kurd û dostên wan ji têkoşîna mafdar û biryardariya vegerînin.

Em vê êrişa nehiqûqî û hovane ya li dijî gelê me û dostên me bi tundî şermezar dikin û berxwedana bi îrade û bi biryar a gelê me silav dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe li her derê bilind bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv