ÊRIŞA LI STRASBOURGÊ
“ÊRIŞ XIZMETÊ JI REJÎMA FAŞÎST A ERDOGAN RE DIKE”
Li ser banga Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî 2’yê cotmehê bi hezaran Kurd û dostên xwe li ber Konseya Ewrûpayê mitîngek li dar xistin.
Çalakî bi şiyara “dema azadiyê ye, ji bo Ocalan bikeve nava tevgerê” hat lidarxistin.
Gelek kesayetên navdar jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di axaftinan de bang li konseya Ewrûpayê û CPT hat kirin ku ji bo pergala tecrîdê bidawî bibe, bikevin tevgerê.
Piştî mîtîngê çalakgeran li pêşiya Dêra Saint Murecê kon vedan.
Dihat plankirin ku ev çalakiya kon heta dawiya cotmehê dewam bike.
Bi rêya çalakiyê daxwaza azadiya Rêber Apo bikeve rojeva cîhanê.
Lê bi fermana hikûmeta Fransayê polîsan êrişî çalakiyê kir.,
Polîsên Fransî bi gazê êrişî çalakgeran kirin, jin û zaroj jî dinav de bi dehan kes ji hişê xwe çun.