SKYNEWS ARABIA:
PIŞTÎ ‘SALÊN LI IRAQÊ’ KOALÎSYONA NAVNETEWÎ BERÊ XWE DIDE AFRÎKAYÊ
Skyenews a Erebî derbarê têkoşîna Koalîsyona navnetewî ya li dijî Daişê, bi vê manşetê nûçeyek belavkiriye:
Piştî ‘Salên Li Iraqê’ Koalîsyona Navnetewî berê xwe dide Afrîkayê.
Piştî 7 salên ji şerê li dijî Daişê û li kêleka biryara vekişandina ji Iraqê, niha hêzên Koalîsyona Navnetewî wê berê xwe bidin Afrîkayê.
Li paytexta Belçika Brukselê civîneke girîng a Koalîsyona navnetewî, hat lidarxistin.
Di civînê de biryar hat girtin ku komeke ji bo şopandina rewşa Li Afrîkayê were avakirin.
Di komê de wê Amerîka, Îtalya, Maroko û Nîcer cih bigrin, herweha armanca komê jî wê şopandina çeteyên Daişê û rêxistinên girêdayî wê, li Afrîkayê be.
Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2017’an ve, êrîşên terorîstan li herêma peravên Afrîkayê, bi qasî 7 caran zêde bûne, herwiha li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li herêmê pêdiviya 29 milyon kesan bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye.