Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Dîsa DAIŞ…’

 

DÎSA DAIŞ…
FARÛK SAKIK / RONAHÎ

Di van rojên dawî de DAIŞ li herêma Başûrê Kurdistanê dest bi êrişan kir. Di encama van êrişan de di nav wan de sivîl jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bi taybetî ev êriş li herêma Kerkûkê zêdetir dibin. Hin gundê nêzî navenda Kerkûkê hedef tên girtin. Ev yek jî bi serê xwe hin kodên veşartî yên van êrişan eşkere dike. Li gorî hin agahiyan jî wê di pêşerojê de ev êriş li gelek deveran belav bibin.
(…)

Li herêma Kerkûkê destpêkirina êrişan jî manîdar e. Bi ser riya baylozxaneya Mûsil bi eşîrên sûnî re danûsandinên veşartî pêk hatin. Endemên DAIŞ di nav van eşîran de veşartin û bi rêxistinkirin.

Rêxistinbunek DAIŞ’ê jî di nava Turkmenên Kerkûkê de bû. Li vêderê di nava Tugayên hatine avakirin de DAIŞ’iyên ji ber luleya çeka şervanên kurd filitîne cîh girtibûn.

Sedemeke din ji nû ve rêxistinbûna DAIŞ’ê xemsariya rêveberiya Başûrê Kurdistanê bû. Ji bo ku PDK bi temamî teslimî rejima Tirkiyê bûbû. Demekî dirêj bû didît an jî îstixbarat digirt ku DAIŞ ji nû ve birêxistin dibe, lê ji bo Tirkiyê ew bêdeng kiribû, tu tedbîrek negirtin.

Jixwe DAIŞ jî li herêmek wiha di bin kontrola dewleta Tirk de digeriya. Hemû bargehên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê wek mala xwe bikaranîn.

Fermandarekî YNK’ê Xazî Feysel di dîmenek vîdeoyî de pir vekirî dibêje: “Mezintirîn baregeh, mezintirîn emîrê DAIŞ’ê û mezintirîn hêzên DAIŞ’ê li çiyayê Qereçoxê dimînin, weke sîstematîk û bi zanebûn li wir hatine bicihkirin. Li wir cî ji wan re hatiye dayîn. Ne ku bi xwe hatibin wir. Ji aliyê PDK’ê ve rasterast piştgîrî li çeteyên DAIŞ’ê tê kirin.”
(…)

Sedemên îroj destpêkirina van êrişan, li Iraqê valahiya siyasî ye. DAIŞ ji vê siyaseta aloz sûdê werdigire.

Divê ev yek were zanîn.

1- Ji îroj de pêşî li van êrişan neyê girtin sibê wê ji bo paqijkirina DAIŞ’ê bedelên mezin werin dayin.

2- Dive di serî de Amerîka û hêzên koalîsyonê ji bo darizandina DAIŞ’iyên di dest rêveberiya xweser de, bi lez dadgehek ava bikin. Li vê dadgehê wê navnîşan û niyeta DAIŞ’iyên li derve zelal bibe.

3- PDK û YNK divê bi lez û bez ji bo ku ev êriş li gelek deveran belav nebûne tedbîran bigirin.

Ango xeyalên dewleta Tirk ên ku 2015’an de, di çavê wan de mabûn, wê di 2022’yan pêk werin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv