Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: ‘Êrişên DAIŞ’ê û palpiştên wê’

 

ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê Û PALPIŞTÊN WÊ
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Di van demê dawî de li Iraq û başûrê Kurdistanê li ser hev êrişên DAIŞ’ê çêbûn. Ev êriş bi giranî li dijî noqteyên pêşmergeyan çêbûn. Li ser van êrişan ne hikûmata herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta navendî ya Bexdayê daxuyaniyên fermî nedan.

Gelek kes van êrîşan bi hilbijartinên 10’ê cotmehê yên parlamentoya Iraqê ve girêdidin. Lê rastî ne wisa ye.

Ger di bingeha van êrîşan de nerazîbûnên li dijî hilbijartinê hebûya wê ji aliyên peywendîdar daxuyaniyek ango nerazûbûnek hatibûya nîşandin. Lê heta niha ji van aliyan deng derneketiye.

Wê demê divê em vê pirsê bikin. Zêdebûna van êrîşan tê çi wateyê?

Bêguman li gor kesan bersiva vê pirsê jî tê guhertin. Lê di rastiya xwe de bersiveke vê pirsê heye ew jî guhertina rojevê ye.

Ji gelek aliyan, bi belgeyan hevkariya PDK’ê û dewleta tirk ya bi DAIŞ’ê re hatiye eşkere kirin. Dîsa di gelek belgeyan de hatiye gotin ku serçeteyên DAIŞ’ê li Hewler û Tirkiyeyê bi cih bûne. Ev komên çateyan ên ku li hember şervanên azadiyê têkçûyîneke dîrokî jiyîne, êdî di destê van aliyan de ye û li gorî berjewendiyên wan tevdigerin.

Ev alî jî bi êrîşên tolhildanê yên bi DAIŞ’ê re hewl didin dilê çeteyan xweş bikin. Ev êriş li dijî kê pêk tên? Li dijî şervanên ku darbeya herî giran li çeteyên DAIŞ’ê xistine pêk tên. Êrişên dewleta tirk ên bi balafirên bêmirov û bi çek yên li Rojava, Mexmûr û Şengalê bi vê konseptê ve girêdayî ne.
(…)

Ev durûtiya hêzên navnetewî siyaseta qirêj ya li ser civaka Kurd tê meşandin radixe ber çavan. Em ji bîr nekin ku 9’ê cotmeha 2020’î de di navbera PDK’ê, hikûmeta Bexdayê û Dewleta tirk de li ser Şengalê peymanek hatibû îmzekirin.

Ev peymana ku di bin çavdêriya Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert de hatibû îmzekirin berfirehiya planên li ser Şengalê tên kirin eşkere dikir. Gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî vê peymana bêyom serî hildan û dan diyarkirin ku wê bi tu awayî vê peymanê qebûl nekin.

Li ser vê helwesta xelkê Şengalê êrişên li ser herêmê jî zêdetir bûn. Li dijî van êrişên bi destê dewleta tirk a dagirker de pêş dikevin him hikûmeta navendî ya Bexdayê him jî ya herêma Kurdistanê bêdeng ma. Sedama bêdengiya wan jî hevkariya wan a di van êrîşan de ye.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv