Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Dinya û Dijwar’

 

DINYA Û DIJWAR
AYSEL AVESTA / POLÎTÎKA AZAD

Fermandar, pêşeng û lehengên civakan di rojên zehmet de derdikevin meydanê. 3’yê Tebaxa 2014ʼan dema li Çiyayê Şengalê ferman li civaka Êzîdî rabû, ji bo parastina civaka xwe gelek keç û xortên Êzîdî derketin holê, mil dan milê şervanên azadiyê û civaka xwe bi wêrekî ji çeteyên hov ên DAIŞ’ê parastin. Berxwedan Tolhildan bû yek ji fermadarên destpêkê ku bi ruhê tolhildanê ji bo tola jinên dilgirtî hilîne, tevlî karwanê nemiran bû. Li dû wî gelek lehengên parastina xaka bi rûmet, canê xwe kirin gorî Êzîdxanê.

Li ser xwîna wan Şengal ji nû ve zindî bû û tovê azadiyê lê heşîn hat. Bû xwedî artêş, partî û pergala rêveberiya xweser.

Neyarên koka Êzîdxanê, hêvî nedikirin ku Şengal wê ji nûve bi hişmendiya azadiyê zindî bibe. Ji lewma Şengal bû kelem di çavê dijmin û neyaran de. Bi peymanên qirêj, xwestin pergala Şengalê belav bikin, lê nekarîn.

Bi gef û êrişan xwestin civakê bitirsînin, bi ser neketin. Civakê bi berxwedana xwe bersiv da wan. Vê carê dest bi hedefgirtina pêşengê wê kirin. Li geliyê Şîlo, Mamê Êzîdxanê, Mam Zekî Şengalî, li navenda Şengalê Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî û sê hevalên wî û herî dawî jî li navçeya Xanesora Şengalê Merwan Bedel bû hedefa xayinan.
(…)

Baş e Merwan Bedel ango Dijwar Feqîr kî ye û xwedî kesayeteke çawa ye? Ew di 1985’an de li bajarokê Xanesorê yê Şengalê ji dayik bûye. Malbata wî ji Feqîrên Êzîdiyan e. Merwan Bedel û xuşka wî dema hîna zarok bûn, bavê wan di şerê Îran û Iraqê de şehîd dibe.

Dayika wî Xoxê Cindî ku niha ew jî endama Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ’yê, her du zarokên xwe li ser çand û baweriya xwe mezin dike.

Ew zewicî û bavê çar zarokan bû. Hê ji zarokatiya xwe ve Dijwar bi cewhera civaka xwe mezin dibe. Xwe ti carî ji ola xwe ya kevnar neda alî. Bi cewhera ji Êzdayetiyê girtî, timî bû serhildêrekî li hemberî zilmê.

Dema 3’yê Tebaxa 2014’an ferman li Êzîdiyan rabû, wî jî weke gelek Jin û Xortên Êzîdî berê xwe da çeperên berxwedanê.
(…)

Hê di 36 saliya xwe de bû xwedî erka birêvebirina îradeya Êzîdiyan û tevahiya pêkhateyên Şengalê. Herî dawî hevserokatiya Meclîsa Xweser a Şengalê dikir û bû hedefa êrişa dewleta Tirk a dagirker.

Ev êriş jî hemû bi hevkariya hikûmeta Iraqê û PDK’ê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve têne kirin. Hêzên navneteweyî jî bêdeng in. Rêveberiya Xweser a Şengalê li hemberî bêdengiya PDK’ê û hikûmeta Iraqê ku rê li ber van êrişan vedike, helwesteke cidî ya siyasî girt û got, êdî ti fermiyeta hêzên Iraqê li Şengalê nemaye.

Divê ev helwêst li Şengalê dewam bike û Kurd hemû jî piştgiriyeke xurt bidinê. Êdî dem ew dem e ku Şengal ji van metirsiyan rizgar bibe û xweseriya wê bê misogerkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv