LI ŞENGALÊ PROTESTOYA CIWANAN
HÊZÊN IRAQÎ ÊRIŞ KIRIN 2 CIWAN BIRÎNDAR BÛN
Komeke ciwanên Êzidî ji bo balê bikişînin ser bêdengiya hukumea Îraqê ya li hemberî êrîşên dewleta tir, xwestin çalakiyeke protstoyî pêk bînin.
Çalakiya Ciwanan li nahiya Sinûnê ya Şengalê pêk hat.
Lê Hêzên Îraqî bi guleyan rasete rast êrişî ciwanan kirin.
Nûçegîhana Çira Tv û Jinha’yê Nesrîn Hesen li herêmê çalakiya ciwanan dişopan.
Di dema şopandinê de, Nesrîn Hesen bû hedefa guleyên artêşa Iraqê û ji lingê xwe bîrîndar bû.
Nesrîn Hesen ya ji lingê xwe birîndar bû, li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Hate gotin, ciwanek bi navê Ednan Hemed jî di encama gulebarana artêşa Iraqê de birîndarbûye.
Ciwan dibêjin, eger artêşa Iraqê nikare qada hewayî ya Şengalê biparêze, nabe ku li herêmê jî bimîne.