Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Em ê tu carî li ber dewleta Tirk û hevkarên wê serî netewînin’

 

ÊRIŞA LI DIJÎ MECLÎSA GEL A XANESORÊ
“EM Ê TU CARÎ LI BER DEWLETA TIRK Û HEVKARÊN WÊ SERÎ NETEWÎNIN”

Civaka Êzidî ya li Şengalê di hedefa dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê de ye.

Heta niha li dijî Şengalê nexweşxane jî di nav de gelek êriş pêk hatine.

Di nava vê heftiyê de du caran dewleta Tirk êrişî Şengalê kir.

Di êrişa 7’ê Kanûnê de li Xanesorê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker şevê din jî bi balafiran Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kir.

Şengaliyan li meclîsê haziriya dayîna xêra Merwan Bedel Xwedêda dikirin.

Piştî bombebaranê xelkê Şengalê yekser berê xwe da pêşiya meclîsê..

Şengaliyan nerazîbûn nîşanî bedengiya hikûmeta Iraqê dan û gotin.

Bingeha van êrişan peymana di navbera dewleta Tirk, hukûmeta Iraqê û PDK’ê de ye.

Lê bila ev hêz baş bizanibin em ê tu carî li ber êrişên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê serî netewînin.

Bi hilatina rojê re hevalê me Îbrahîm Êzidî çû Xanesorê û êrişa dewleta Tirk a dagirker belge kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv