Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: ‘Em ê saltenata haramiyan hilweşînin’

 

KONGREYA HDP’A STENBOLÊ
MÎTHAT SANCAR: EM Ê SALTENATA HARAMIYAN HILWEŞÎNIN

4. Kongreya awarte ya rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li saloneke mezin ya Kuçukçekmeceyê pêk hat.

Kongre bi şîara ‘Niha Dem dema HDP’ê ye’ pêk hat û bi hezaran kes beşdar.

Nûnerên gelek partî, sendîka û saziyên sîvîl jî weke mêvan tevlî bûn.

Pêşî Koma Muzîkê ya MA jî derket ser dike û bi stranên xwe coşe gel du qet kir.

Beşdaran bi yek dengî silav dan berxwedana Îmraliyê û dilsoziya xwe ya bi rêber APO re anîn ziman.

Sînevîzyona ku der barê şehîdên demokrasiyê de hatibû amade kirin bi baldarî hat temaşe kirin.

Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut û berdevka HDK’ê Esengul Demîr xêrhatina beşdaran kirin.

Piştî axaftin û peyaman herî dawî hevserokê HDPê Mîthat Sancar xîtabî girseyê kir.

Sancar wiha dest bi axaftina xwe kir:

“Em bi rihê hevaltiya mil bi mil ji bo nîşan bidin ku giyana berxwedanê didome, li vê salonê bi hev re ne. Em weke partiya gelên bindest bi rê ketine. Me ji roja destpêkê ve zanibû wê xebatên me yên siyasî ne ji rêzê bin. Hebûna HDPê çendî di dilê gelên bindest de hêvî afirand, di dilê hin derdoran de jî tirs afirand.”

Mîthat Sancar da zanîn ku desthidarî hewl dide bi siyaseta şer li ser piyan bimîne û got.

Ji me re dibêjin, an hûnê xwe radestî vê pergalê bikin an jî weke berê em ê bi komkujiyan bi ser we ve bên.

Ji ber vê yekê ji bilî berxwedana li himberî zihniyeta zordar ti rêyeke din li ber me nîne.

Em hatin û va em tên.

Emê selteneta zaliman, dizekan, derewkaran hildiweşînin.

Em ê teqez hilweşînin, e ev coş û girse tirsa nava dilê wan e.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar herî dawî jî qala têkoşîna HDP’ê ya ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê jî kir.

Piştî axaftinan hevserokê û rêveberên nû yên rêxsitina HDP’a Stenbolê hatin hilbijartin.

Û Îlknûr Bîrol û Ferhat Encû bûn hevserokê nû yên HDP’a Stenbolê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv