Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sînan Mîrxan: Rêwîtiyeke şoreşê ya bi lez û bez

 

SÎNAN MÎRXAN
RÊWÎTIYEKE ŞOREŞÊ YA BI LEZ Û BEZ

Li hespekî sor siwar in,
Bi gulleyên sorkirî hazir in Dersimî…
Bira ev der Dersim e,
Kî zilmê bike, bersiva wî şer e.
Mij ketiye ser Munzûrê,
Bi lêdana zilmkarê.
Dersimî rê nadin xinzirê,

Hunermendê şoreşger Abuzer Karakoç Dersim bi vî rengî pênase kiriye.

Weke wî jî gotî, ji Dersimê lehengên weke Bêrîtan, Şiyar, Baran, Sara, Jîndar, Roza, Yilmaz û bi hezarên din şîn bûn û rê nedan zilmê û zilmkaran.

Dalokay Şanli bi nasnav Sînan Dersim an go Sînan Mîrxan jî ji vê xaka şahidî ji qirkirineke nedîtî re kirî bişkivî.

1978’an li Dersimê ji dayîk bû.

An go wê sala ku li Kurdistanê PKK’ê şax vedabûn.

Navê dê Yazgulu û yê bav Alî bû.

Serê xwe li ber polîtîkayên qirkirin, bêîradekirina gelan, ferzkirina teslîmiyetê li ser jinan û jiyaneke bêrûmet netewand.

Bi destpêka ciwantiya xwe bi awayekî çalak beşdarî têkoşînê bû.

Kar û xebata wî ya pêşî di nava Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê de bû.

Weke rêberekî ciwanan tevgeriya, li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyê gelek ciwan bi rêxistin kirin.

Bi taybetî di salên xwe yên xwendekariyê de li zanîngehê bi rolên girîng rabû.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi vî rengî behsa beşdariya wî ya li nava refên têkoşîna azadiyê dike:

Hevrêyê me Sînan bi çîrokên berxwedanê yên Seyîd Riza, Besê û bi hezaran lehengin din mezin bû.

Ji ber vê yekê li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û tevgera me bêdeng nema.

Ji têkoşîna bi pêşengiya ciwanan mezin bû re pêşengî kir.

Weke biryargeha navendî jî eşkere kirî, di 22’yê Hezîrana 2002’an de ji Ewrûpayê beşdarî nava refên têkoşînê bû.

Salên dirêj li Ewrûpayê di asta rêveberiyê de kar kir.

Di rêxistinkirina karên şoreşgerî de bi rola xwe ya pêşeng rabû.

Piştî ku derbasî welêt bû, bû Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê.

Di xebatên avakirina Pergala Netewa Demokratîk de erkên girîng hilgirtin ser milên xwe.

Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî vegera wî ya li welêt wiha dibêje:

Di wê pêvajoyê de ku jinûve sazkirina HPG’ê bû, endamtiya Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û erka Fermandariya Akademiyên Apollon hilgirt ser milên xwe.

Di van kar û xebatan de bi roleke stratejîk rabû.

Bi sebir, zimanê xwe yê şêrîn û kelecana xwe ya şoreşgerî bi sedan heval perwerde kirin.

Wekî din weke endamekî Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan kar û xebateke girîng kir.

Wî ji dil bawerî bi xwişkûbiratiya gelan, pêşxistina projeya netewa demokratîk, avakirina jiyana sosyalîst û azad dianî û ji bê vê yekê bi eşq berpirsiyarên xwe bi cih anîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv