Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Sînan Mîrxan bi bîr xist

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
ENDAMÊ KONSEYA FERMANDARIYÊ YA HPG’Ê SÎNAN MÎRXAN BI BÎR ANÎ

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Sînan Mîrxan bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Yek ji fermandarên şoreşger, berxwedêr ê Dersima gelê Kurdistanê û welatê me, ya bihuştî Hevrêyê me Sînan Dersim 27’ê Cotmeha 2020’an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

DALOKAY ŞANLI
SÎNAN MÎRXAN
DERSIM
DÊ Û BAV: YAZGULU – ALÎ
27’Ê COTMEHA 2020’AN

Daxuyaniya fermandariyê wiha dewam kir:

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Sînan Dersim, ji tevahiya gelê Kurdistanê, xelkê Dersimê yê hembêza xwe ji şoreşgerên Egîd re vekirî û tevahiya hevrêyan re sersaxiyê dixwazin.

Di şexsê Hevrê Sînan Mîrxan de soz didin tevahiya şehîdan ku em ê dilsozê wan bin û teqez hesab ji dijmin bipirsin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser aliyê şoreşger û xurtkirina yekîtiya têkoşînê ya gelan li dijî faşîzm û dagirkeriyê yê Sînan Mîrxan.

Ji bo dilsoziya bi bîranîna hevrê Sînan re, ji niha û pê ve jî wê îtîfaqên şoreşger û antîfaşîst werin xurtkirin.

Ji faşîzmê hesab bê pirsîn û hesreta gelên Tirkiyê were bicihanîn.

Hevrêyê me Sînan Dersim da ser şopa zarokên herî serbilind ên Dersimê Bêrîtan, Şiyar, Baran, Sara, Jîndar, Roza û Yilmazan.

Heta kêliya dawî ya jiyana xwe evîndarî azadî û şoreşê bû.

Bû xwedî sekneke mînak ji bo tevahiya hevrêyên xwe û welatparêzan.

Bê çawa bi beşdariya xwe bersiv da wan kesên xwestin jiyaneke bê Rêbertî li ser me ferz bikin, bi wî rengî jî li hemberî êrişên tinekirin û tasfiyekirinê yên li dijî Rêbertî û tevgera me sekinî.

Di xebatên HPG û YJA-Starê de dîsa di xurtkirina xebatên HDBH’ê de bû xwedî kedeke mezin.

Şehadeta wî çiqasî êş û zor be jî em ê bi serbilindî hilgirin ser milên xwe bigihin azadiyê û heta dawî şopînerên bîranînên wî bin.

Şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin.

Bi wê baweriya ku em ê bi ruhê serfiraziya Garê têkoşînê mezintir bikin…

Faşîzmê hilweşînin û azadiyê teqez bi ser bixin, soz didin ku têkoşînê bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv