ŞEHADETA SÎNAN MÎRXAN
KCDK-E: EW ŞOREŞGER Û WELATPARÊZEKÎ MEZIN BÛ
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê jî ji bo Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Sînan Mîrxan daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de berxwedan û têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk hat destnîşankirin û wiha hat gotin:
Me nûçeya şehadeta Sînan Dersim bi xembariyeke mezin bihîst.
Ne mumkûn e, em karibin behsa beşdariya wî ya li şoreşê bikin.
Ew şoreşgerekî mezin, welatparêzekî mezin bû, ku gelek salan li Ewrûpayê kar û xebat kir.
Di heman demê de ew endamekî KCDK-Ewrûpayê bû.
Dîwana Serokatiya KCDK-Ewrûpayê soz da ku xwedî li ked û xebata şehîd Sînan derkeve.
Ew ji bo ku saziya me mezin bibe û pêş bikeve, li Ewrûpayê gelekî xebitî û bû xwedî kedeke mezin.
Em ê jî ked û hewldana wî mezintir bikin, saziya xwe zêdetir birêxistin bikin û ji bo serketinên mezin kar bikin.