Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sezaî Temellî: ‘Heta ku meseleya heq û mafê Kurdan neyê çareserkirin li Tirkiyê demokrasî ava nabe’

 

SEZAÎ TEMELLÎ BEŞDARÎ CIVÎNA FEDERASYONA KOMELEYÊN WANÊ BÛ
“HETA KU MESELEYA HEQ Û MAFÊ KURDAN NEYÊ ÇARESERKIRIN LI TIRKIYÊ DEMOKRASÎ AVA NABE”

Federasyona Komeleyên Bajarê Wanê 6’ê mîn lijneya xwe ya Awarte pêk anî.

Rêveberên komeleyan, Wekîl û siyasetvanên Wanê jî di nav de gelek welatî beşdarî lijneya Giştî bûn..

Destpêka bernameyê stranbêjên heremê bi awazên xwe stirîn.Pişt re koma govende der ket dikê û govend gerandin.

Piştî hazir bûna dîwana lijneyê raporên Federasyonê hat xwendin dûvre jî rêveberên federasyonê axifîn.

Piştî axaftina rêveberên federasyonê wekîlê Wanê ya HDP’ê Sazaîî Temellî xitabî Wanî yan kir.

Sezaî Temellî di axaftina xwe de spasiya xwe ji federasyonê kir û balkişand li ser polîtîkayên rejîma AKP-MHP’ê ya li bajarê Wanê û got:

“Heta ku li Tirkiyê meseleya heq û mafê Kurdan neyê çareserkirin li Tirkiyê demokrasî ava nabe.

Rejîma AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şaş û şer li bajarên Kurdistan û Tirkiyê feqîrî û bêkarî zêdekir, Îro bajarê Wanê, di skora kesên bêkar herî pêş de ye.

Bi qayûman, bi şer , bi xespkirina vîna gel û rehîngirtina siyasetvanên Kurd çareserî pêk nayê û aborî sererast nabe.

Divê herkes di vê meseleyê de xwedî helwest bibe û destê xwe dayne bin kevirê..

Li ser navê HDP’ê ji bo çareseriya Kurdî ez we hemûyan vedixwînin vê perpirsyariyê û dibêjim werin em Newroza pêş li Wanê bi hev re banga Demokrasiyê bilind bikin..

Piştî Sezaî Temellî , wekîlê rejîma AKP’ê Îrfan Kartal derket li ser dikê û aciziya xwe ya banga Demokrasî û çareseriya maf û heqê Kurdan a Sezaîî Temellî anî ziman..

Wekîlê Rejîma AKP’ê yekser di axaftina xwe de got li Tirkiyê pirsgirêka Kurdan tine û li ser Kurdan zext nîne.

Wekîlê Rejîma AKP’ê Îrfan Kartal dengê xwe bilind kir û got hûn mecbûrin min guhdar bikin..

Li ser vê Wanî yên li salonê li hember axaftina Wekîlê AKP’ê derketin û nerazîbûn nîşandan..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv