Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Luqman Guldivê: Bêhna nêrgizan û rengekî xiyanetê

 

BÊHNA NÊRGIZAN Û RENGEKÎ XIYANETÊ
LUQMAN GULDIVÊ / POLÎTÎKA AZAD

Mirov çawa ji axa xwe qut dibe? Gelo mirov çawa ji xwe qut dibe? Terîfa wê zehmet e. Lê hin tişt wilo gelekî hûrik in û carinan piştî bi salan xwe tên û li gewriya te dipêçin. Niha li Kurdistan, nêrgiz li her derî hene. Li ser tebleyan û li ser sifrekên li ser mil û seriyan jî bi baqan tên firotin. Baq bi baq nêrgizên zer û spî û hûrik!

Li Elmanyayê jî nêrgiz hene. Çend rojekî din wê zîl bidin û gelek bax û baxçeyan bixemilînin. Ji xwe ew nêrgizên Ingilîzan ên mêzin wê rengekî bedew bidin bax û baxçeyan, kêlekên rêyan û parkên bajaran…

Bêhna wan! Naxêr nebû. Bêhna wan di bîra min de hebû. Bêhna nêrgizan bû. Li Nisêbînê, li Batmanê, li Midyadê… bêhna wan a nêrgizan bû. Parçeyek ji welatê min, parçeyek ji bîra min bêhna nêrgizan bû. Beriya çendekê li Helebce bûm û min nêrgiz, çawa ku parçeyek ji welatê min bûn, dîsa dîtin. Li vegera li Silêmaniyê jî min têra xwe ew bêhn kirin. Welatê min li cihê xwe bû, tevî bêhna nêrgizan û tevahiya êş û birînên xwe. Li Helebceyê jî li Hewramanê jî, li devera ku Rojhilat û Başûrê welatê min bi sînor, pasdar û kevirên sînor ji hev hatine qutkirin…

Weke gelek Kurdên serşorbûyî yên ji welatê min: Ji koka xwe bûn serî li mirov ditewîne. Lê li welatê min bi xwe jî mirov serşor bûne, ji koka xwe hatine qutkirin. Li Hewlêrê, li Dihokê, li Silêmaniyê, li Helebce, li Hewramanê, bi xiyanetê xelk ji koka xwe qut bûye.

Ez behsa xiyaneteke hemasetwarî nakim. Xiyaneteke li xelkê hatiye kirin, xelk ji koka wê qut kiriye. Hem ser şor bûye û hem jî ketiye ber bayê biharê…

Ne ku derfet nînin. Dana Gas xwe li ser rezervên gazê daniye, PDK’ê xwe li ser rezervên petrolê pahn kiriye. Yên ji wir dixwin du malbat û ew kes in ku li dora du partiyên wan herdu malbatan kurtêlxwur in û şelafiyê dikin. Her kesê din divê li hêviyê be ku Bexda mûçeyan bişîne. Xizaniyeke ku siyaseta du malbatan li ser xelkê ferz dike, gendeliyeke nedîtî… Ha ez ji wê re dibêjim; xiyanet. Lewma wê kir ku nifşê nû ji axa xwe qut bibe, bikeve ber bê.

Lê nêrgiz li ser axa xwe bêhnxweş in. Bêhna wan heye, bêhna wan! Hê jî wilo ne. Mirov ne tenê ji ber şêr û dagirkeriyê ji axa xwe qut dibe, bi wê xiyaneta li jor min behsa wê kir jî mirov ji axa xwe qut dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv