Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokên DBP’ê : Ji bo çareseriya doza Kurdî tekane rê Ocalan e

 

KONGREYA DBP’Ê YA 6’AN
HEVSEROKÊN DBP’Ê: JI BO ÇARESERIYA DOZA KURDÎ TEKANE RÊ OCALAN E

Bi hezaran kesî ji bo 6’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê berê xwe dan Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet.

Eywana kongreya ku bi dirûşma “Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve” hat lidarxistin tijî bû.

Eywan têrî girseyê nekir û bi hezaran kes jî li derve kongre şopandin.

Jin bi kincên xwe yên herêmî û bi temeziyên rengên kesk, sor û zer li ber muzîkê govend govend gerandin.

Gelek jin jî bi rengên kesk, sor û zer tevlî kongreyê bûn.

Bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine kongreyê bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedanan zindanan”, “Jin, jiyan azadî” cihê xwe di kongreyê de girtin.

Hevserok, serokên giştî û nûnerên KCD, HDK, TJA, HDP, SODAP, SYKP, TÎP, partiyên di Tifaqa Kurdistanê de cih digirin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û rêxistinên sivîl tevlî kongrê bûn.

Hevserokên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz bi hev re derketin ser platforma axaftinê û xîtabî beşdarên kongreyê kirin.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku ew ji bo kongreya netewî amade ne berpirsyariyê bigrin ser milê xwe.

Aydenîz bal kişand ser têkoşîna li dijî qirkirinê û got:

Li dijî siyaseta ku Kurdistan weke mêtingeha xwe dibînin em careke din dibêjin; em statuya mêtingehiyê qebûl nakin.

Ji bo çareseriyê jî em dibêjin ku divê statuta Kurd û Kurdistanê bi destura demokratîk were naskirin.

Em li dijî zihniyeta nedewe dewletê ji bo konfederalîzma demokratîk têdikoşin.

Modela xweseriya demokratîk e. Ev ji encax bi rêta têkoşînê pêk were.

Em ê bi têkoşîna xwe Tirkiyê demokratîk û Kurdistanê jî azad bikin.

Siyaseta qirkirinê mesele û pirsgirêkê mezintir kiriye. Ji bo çareseriyê gava yekem azadiya birêz Ocalan û girtiyên siyasî ye.

Herdu hevserokan jî destnîşan kir ku wê DBP di serdema nû de têkoşîna xwe mezintir bike.

Piştî axaftinan rêveberiya nû ya partiyê jî hat hilbijartin.

Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ji nû ve weke hevserok hatin hilbijartin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv