PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
TEVGERÊN CIWANAN LI PARÎS, STRASBOÛRG Û LONDONÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ MEŞIYAN
Li paytexata Fransa Parîsê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo meşek hat lidarxistin.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN’ê pêk hat.
Di çalakiyê de êrişên dewleta Fransa ên li dijî gelê Kurd jî hatin protestokirin.
Çalakiyek jî li bajarê Fransa Strasboûrgê pêkhat.
Bi heman armancê meşek jî li paytexta Îngilistanê Londonê hebû.
Di meşê de ciwanan bi belavkirina belavokan, bal kişand ser tecrîdkirina rêber APO û daxaza azadiya wî kirin.
“PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN!”
LI BAJARÊ ST. GALLENÊ ÎMZE HATIN KOMKIRIN
Li bajarê St. Gallen ê Swîsre jî ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin îmze hatin komkirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Ciwanên partiya çepgir û demokrat ên Swîsreyê pêşengî ji xebatê re kirin.
Gelên herêmê eleqeyeke baş nîşanî çalakiyê dan.
Di 26’ê Sibatê de jî li paytexta Holanda Amsterdamê Çalakî hatibû li darxistin, di roja duyemîn de li du navendan berdewam kir.
Çalakiya ku li qada Dam û îstasyona navendî pêk hatin, rastî eleqeya mezin a gelên herêmê hatin.
Bi pêşengiya Meclîsa Şehîd Ronahî li bajarê Den Haag a Hollandayê çalakiyek hat lidarxistin.
Xelkê herêmê bi dayina îmzeyan piştgirî dan çalakiyê.