Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Seyîd Evran: ‘ENKS an PDK-S?’

 

ENKS AN PDK-S ?
SEYÎD EVRAN / ANF

ENKS’ê xwest ku Çileya 2013’an li Qamişlo kongreyekê bike. Li Kongreyê dema ku gelek partiyan ji ENKS’ê hesab xwestin tevlîhevî çêbû. Dîsa bêyî ku rêveberiya nû were diyarkirin kongre belav bû. Bi vê re nakokiyên nav ENKS’ê zêdetir bûn. Serê sala 2014’an dema ku Rêveberiya Xweser û kanton hatin ragihandin, gelek partiyên li nav ENKS’ê tevlî nav Rêveberiya Xweser bûn. Bi vî rengî ENKS feşkilî. PDK ya ku ev dît dîsa rêveberiya Rojava û ENKS li Duhokê hatin cem hev, hewl da ku lîstikên xwe yên ENKS’ê û Rojava bidomîne.

Ji vê re gotin pêvajoya veguherîna nû. Lê ji çar partiyên nav ENSK’ê ti yek ji wan peymana bi navbeynkariya PDK’ê ya li Duhokê qebûl nekir. Ev partî ji hêla PDK’ê ve hatibûn destekkirin û ew li nav ENKS’ê rêxistin kiribûn. Ji ber vê ji vê pêvajoyê tiştek derneket. Wê demê Vîfak, El Partî ya Nisrettîn Ibrahîm, Partiya Çepgir a Mihemed Mûsa û Partiya Peşverû ya Hemîde Hecî Derwêş ji bo ku xwestin pêvajo bidome, PDK’ê ew ji nav ENKS’ê avêtin. Bi vî rengî li nav ENKS’ê çar partî man ku PDK’ê sala 2012’an rêxistiniya wan kiribûn, ku ev jî partiya Azadî ya Mustafa Cuma û Mustafa Osê, ya Hekîm Beşar El Partî, ya Fuat Elîko û Ibrahîm Biro Yekîtî Bûn. PDK’ê îsal ev partî anîn cem hev û PDK-S ava kir. Siû Mele jî danî ser.

14 partiyên ku di serî de ENKS ava kirin niha li nav Rêveberiya Xweser in û di nav PYNK’ê de ne. PDK’ê ji çar partiyên ku ji ENKS’ê mane PDK-S ava kir û ENKS betal kir. Lê dema ku dît ti rewatiya PDK-S’ê nîne, fêm kir ku wê şûna ENKS’ê negire dîsa navê ENKS’ê bi kar anî. Weke ku ENKS hebe tevgeriya û Ibrahîm Biro anî ser. Lê di rastiyê de ti avaniyeke wiha nîne. Lê PDK tenê navê wê bi kar tîne û weke ku tiştekî wiha hebe destnîşan dike.

Heke bi rastî jî wê behsa hebûna ENSK’ê were kirin, yên ku niha li bin sîwana PYNK’ê û Rêveberiya Xweser xebatan dikin nasnameya wê rast wê derkeve. Serokê wê yê niha Mesûd Barzanî û PDK’ê ye ku temsîla xanedaniya Barzanî dikin. Ango PDK bi rengekî fermî û fiîlî bi navê ENKS’ê dixwaze li dijî Rêveberiya Xweser li Bakur-Rojhilatê Sûriyê rêxistiniya xwe bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv