LI ŞIRNEXÊ ZILMA DEDAŞ’Ê
KESÊ KU DEDAŞ’Ê CEZA LÊ BIRÎ MALA XWE ŞEWITAND
Zilma DEDAŞê li Bakurê Kurdistanê naqede.
DEDAŞ’ê li Şirnexê bi hinceta ceyrana qaçax bikar anîne, 24 hezar TL ceza li Suphî Varol birî.
Bavê 5 zarokan Suphî Varol jî, ji bo ceza danê şermezar bike mala xwe da ber agir.
Cîranên Suphî Varol agir tefandin, lê ji ber şewatê ziyaneke mezin di malê de çêbûye.