Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: Ma Silêmanî cihê MÎT’ê ye?

 

MIHEMED SEYDÎ / WELAT
MA SILÊMANÎ CIHÊ MÎTÊ YE ?

PDK’ê niha başûrê Kurdistanê kiriye hêlîna îstîxbarat, sîxurî û leşkerên tirk û deverên din jî dixwaze vê yekê pêk bîne. Ew dever deverên di bin destê YNK’ê de ne.

Ji ber helwesta li dijî dagirkeriyê li herêma Silêmaniyê, dewleta tirk weke ku li Hewlêrê tevdigere, li van deveran nikare tevbigere.

Ji ber van helwestên niştimanperwerî, di 4’ê tebaxa 2017’an de li herêma Dûkan a başûrê Kurdistanê rêveberên MÎT’ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn ji aliyê Yekîneyên Hêzên Taybet ên HPG’ê ve hatin girtin. Vê yekê dewleta tirk û dezgeha wê ya sîxurtiyê tevizand û hişt hesabên xwe careke din ber çavan re derbas bike.

Di demên dawî de dewleta tirk rêbazekî din bi kar anî û dest bi operasyonên berfireh li Qadên Parastinê yên Medyayê kir. Ev rêbazê nû jî ew bû ku bi hevkariya PDK’ê be û PDK’ê hêz bişîne qadên gerîla û dora şervanan tengav bikin. Ev jî di çarçoveya ku hêzên Başûr li dijî PKK bikevin nava tevgerê de bû. Tevî van hemû êrîşan jî bergiriya gerîla li van qadan ji 23’ê Nîsanê ve didome.

Der barê şandina PDK’ê yên hêza xwe bo qada gerîla de Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî daxuyaniyek da û got ku ew ê wekî YNK’ê tu carî tevlî şerekî kurd bi kurd nebin.

Ev helwesta Lahor Şêx Cengî, rastî nerazîbûna PDK’ê hat û plana dewleta tirk lewaz kir.

Piştî vê bi demekê, agahî hatin parvekirin ku pirsgirêk di nava herdu hevserokên YNK’ê de derketine û berpirsê hêza îstîxbaratê ji aliyê Bafil Talabanî ve hatiye guhertin, da ku Lahor bê bandor bike. Wê demê jî hat gotin ku ev pirsgirêk çêkiriye û ji aliyê dewleta tirk û PDK’ê ve hatiye organîzekirin û armanc lewazkirina Silêmaniyê ye da ku plana xwe li Başûr rihet pêk bînin û bibe qadeke serbest a MÎT’a tirk.

Di vê bûyerê de hat xuyakirin ku çawa Bafil Talabanî ketiye xefika tevlihevkirina Silêmaniyê ku plana wê dewleta tirk danî bû û PDK’ê organîzatorê wê bû.

Bûyera di 17’ê îlonê de pêk hat ku Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût hat hedefgirtin jî, di esasê xwe de derbek ji YNK’ê û Silêmaniyê re bû û plana hatibû danîn zelal kir.

Ger ev pirsgirêk di nava YNK’ê de nehatibûna xuliqandin, belkî ev endamên MÎT’a tirk ku Bûlût şehîd xistin, wekî payebilindên MÎT’ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn niha di destê hêzên HPG’ê de bûna.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv