Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Şerê Xwekujiyê’: Qeder e, an bicihanîna daxwaza dagirkeran e

 

“ŞERÊ XWEKUJIYÊ”
QEDER E, AN BICIHANÎNA DAXWAZA DAGIRKERAN E?

Di ser tevgera dagirkeriyê ya 23 Nîsanê re 2 meh derbas bûn..

Berovajî hewldanên beriya niha, dewleta Tirk bi êrişa li dijî Metîna, Avaşîn û Zapê plan dike ku di navbera Kurdan de şerekî giran peyda bike…

Bi vî awayî difikire ku ew ê serweriya xwe li ser axa Kurdistanê bi rehetî pêk bîne û encamên ku bi dehan salan ji bo wê kar dike bidest bixe..

Hem bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê xwe nêzî pêkanîna planên Mîsaqî-milî bike û hem jî Kurdên ku di sedsala 21’an de bûne xwedî destkeftî bê hêz bike..

Û weke her carê dîsa rêbaza xwe a sed salî bikar tîne..

Ji xwe hin aliyên Kurd ku berjewendiyên xwe di ser ên gelê Kurdistanê re dibînin, bi hevkarî û sekna xwe ya heyî, rê li ber dewleta Tirk vedikin da ku bighêje armancên xwe.

Salên 90’î û bi taybet di pêvajoya ku şerê tevgera azadiya Kurdistanê li dijî dewleta Tirk di qonaxa xwe ya herî girîng de bû, siyaseta “kuştina Kurdan bi destê Kurdan” ket rojevê..

Ev rêbaz heta destpêka salên 2000 dewam kir..

Lê ji ber encamên kambax, êdî beşeke mezin ji hêzên Kurdî bûn xwedî wê biryarê ku dawî li vî şerê bê xêr bînin.

Di vê pêvajoyê de eşkere bû ku dema dewleta Tirk bi ten serê xwe bimîne û ti piştgirî û hevkariyê ji aliyekî Kurd wernegire, ew ê ti carî neghêje armancên xwe ên dagirkeriyê..

Encama berxwedana dîrokî ya li Zapê, mînaka vê yekê ya herî zelal e..

Hem şerê gerîlla û hem jî hêrsa gelê Başûr a li dijî dagirkeriyê rê neda ku artêşa Tirk biserkeve..

Lewma dewleta ku li hemberî têkoşîna gelê Kurd darbên giran xwarin, Tîrmeha sala 2015’an konsepteke nû xist dewerê..

Li gel pêşxistina hevkariya li gel hin aliyên Kurd, tevneke sîxûrtiyê jî li nava Başûrê Kurdistanê ava kir..

Bi vê yek hem xwest pêşengên Kurdan tesfiye bike û hem jî bi demê re zemîna “şerekî navxweyî” pêş xist.

Bi tevgerên dagirkeriyê yên salên dawî re, dewleta Tirk hewil dide di navbera PKK’ê û PDK’ê şer derxîne.

Bi vî awayî dixwaze di vê serdema girîng de karesatek mezin bi destê Kurdan pêş bixe û xwe nêzî xeyala zindîkirina dewleta Osmanî bike.

Ev konsepta ku heta radeyekê gihiştiye armancê xwe di nava gelê Kurd de metirsiya şerekî nû yê navxweyî peyda kir..

Tevgera Azadiya Kurdistanê ku ev yek weke felaketê pênase kiriye hişyarî da ku ji bilî qurbaniyên canî, wê şerekî wiha rê li ber têkçûna tevahiya gelê Kurd veke..

Bi sorkirina hêzên mêtinger û dagirkerên Kurdistanê, ji sala 1966’an ango bi destpêkirina şerê Barzanî û Celaliyan re, Kurd her gavê ji ber şerên navxweyî berdêlên giran dane..

55 sal in, bi hezaran kes hatin kuştin û têkoşîna azadiya Kurdistanê her hate astengkirin.

Li gel ewqas malwêranî jî niha bi fermana dewleta Tirk careke din tê xwestin ku Kurd berê çekên xwe bidin hev..

Aliyekî vê mijarê her qîr dike ku ew ê şerê di navbera Kurdan de nepejirîne.

Lê aliyê din jî her xwe li bê dengiyê daniye..

Niha pirsa ku herî zêde di nava gelê Kurd de mijare ev e;

Gelo serokê PDK’ê Mesûd Barzanî yê şerê birakujî lixwe heram kiribû, wê guh bide daxwaza Kurdan, an wê li gorî gotina xwe ya piştî 5 Hezîranê, “em ê tolê ji PKK’ê bigrin” rê li ber şerê xwekujiyê veke?..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv