Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Polîsên Tirk gefa kuştinê li endamê meclîsa HDP’ê yê Mêrsînê Resu6l Demîr kirin

 

ENDAMÊ MECLÎSA HDP’Ê YÊ MÊRSÎNÊ RESÛL DEMÎR
“ÇETEYÊN AKP/MHP’Ê GEFA KUŞTINÊ LI MIN XWARIN”

Di meha Gulanê de polîs gefa kuştinê li endamê meclîsa ciwanan ê HDP’ê Resûl Demîr dixwin..

Û ji re dibêjin, eger li Mêrsînê bûyerek biqewime berpirsyar tu yî.

Piştî vê bi çend rojan 24’ê Hezîranê jî hesabekî twîtterê yê bi navê “tr19akgenclik” peyamekê jê re dişîne.

Demîr diyar kir ku piştî peyamê dema diçe mala xwe wesaîteke bêplake ajotiye ser wî û wiha got:

Di peyamê de digot ‘Hûn hemû mirinê heq dikin. Wê mirina te ji ya Denîz Poyrazê xerabtir be’.

Resûl Demîr vê yekê weke êrişa li dijî fikrê HDPê bi nav dike û dibêje, ne tenê li min li gelek hevalên me gef xwarine.

Ciwan tirsa herî mezin a dîktotor û Dehaqa ne. Em ji kesî natirsin.

Sekna me ya li hemberî vê yekê zelal e, emê dawî li faşîzmê bînin.

Hevseroka HDP’a Mêrsînê Gulbahar Şofor jî da zanîn ku kes nikare bi çavtirsandinê wan ji kar û xebatên wan dûr bixe û got, ‘ji têkoşîna me ya ji bo azadiyê ditirsin. Êrişa li ser HDP’a Îzmîrê û kuştina hevaleke me, nîşaneya vê ye.

FAŞÎZM Û TERORA DEWLETA TIRK
POLÎSAN GEFA TECAWIZÊ LI YEŞÎM TUKEL XWAR

22’ê Hezîranê li Stenbolê polîsan 17 endamên Partiya Şoreşger û Ciwanên Hêzên Şoreşger kirin binçavan.

Yek ji wan jî endama Partiya Rizgarî û Şoreşger a Jinan Yeşîm Tukel bû.

Yeşîm Tukel behsa wan kêliyan kir û got, bi çekên namlû dirêj avêtin ser mala me.

Em 4 kes bûn.

Berê çekê xwe dan me û em li erdê kaş kirin.

Ji ber min nerazîbûn nîşan da, bi tecawizê gef li min xwarin.

Tevî ti biryara girtinê nebû jî em birin fermandariya cendirme ya Stenbolê û li ser gelek hevalên me sîxurtî ferzkirin.

Yeşîm Tukel da zanîn ku ew ê li hemberî van êrîşan yek gavî bi paşve neavêjin

HEVŞAREDARÊ BATMANÊ MEHMET DEMÎR
“EZ Ê GILIYÊ POLÎSÊN ÊRIŞKAR BIKIM”

19’ê Hezîranê jî HDP’ê xwest êrişa li Îzmîrê bi daxuyaniyekê protesto bike.

Lê polîsên Tirk êrişî girseyê kir û gelek kes bi êşkencê kirin binçavan.

Hevşaredarên Batmanê Mehmet Demîr piştî ku hat berdan rapor girt.

Mehmet Demîr diyar kir ku ew ê gilê polîsên êrişkar bike û got:

”Kesên li orta kuçeyan mirovan hedef digirin û wan îşkence dikin, divê di hizûra hiqûqê de bên cezakirin.”

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv