Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li dijî li Belçîkayê kom bûn

 

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DEMA YEKÎTIYÊ YE
SIYASETMEDAR Û REWŞENBÎRÊN KURD LI BELÇÎKAYÊ KOM BÛN

Ji 23’yê Nîsanê ve êrişên tevgera dagirkeriya tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Gerîla ji bo parastina tevahî Kurdistanê li dijî êrişan li ber xwe dide.

Dewleta tirk a di şer de xetimiye, niha di nava karekî qirêjî de ye.

Ew dixwaze bi hin lîstikan şerê kurd bi kurd derxe.

Di 5’ê hezîranê de hin hêzên bi ser PDK’ê ve xwest bikeve Metîna, qadên gerîla.

Ji wê demê ve ji bo şerekî kurd bi kurd dernekeve gerîla û PKK bi hestiyarî tevdigere.

Derdorên xwedan wijdan, sazî û dezgehên civakî li dijî vê xeteriyê dengê xwe bilind kirin.

Li Belçîkayê jî siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanên kurd li dijî vê rewşa xeternak şêwra xwe danîn.

Televîzyona me jî di vê şêwrê de bi weşaneke taybet nêrîna beşdaran girt.

Ezîz Mamlê ku mafnasekî kurd e îşaret bi girîngiya dîtîna rêyeke çareserî û diyaloga navxweyî kir.

Cigirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd jî bal kişand ser êrişên dagirkeriya tirk.

Endama KNK’ê Doktor Arya Fatimê destnîşan kir ku ti kurdek şerekî kurd bi kurd naxwazin.

Pêşmergeya Dêrîn Cemîle Reşîdyan jî li ser îhtîmala şerê kurd bi kurd re fikarên xwe anîn ziman:

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv