Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê Taybet ê AKP-MHP’ê bi hin malbatên gerîlayan – Beşa dûyem 22.12.2020

 

ŞERÊ TAYBET Ê AKP-MHP’Ê BI HIN MALBATÊN GERÎLAYAN
LI ALIYEKÎ SEKNA BI RÛMET A WELATPARÊZIYÊ LI ALIYÊ DIN FERZKIRINA BÊRÛMETIYÊ

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê bi çend malbatên gerîlayan di Îlona 2019’an de dest bi şerekî nû yê taybet û psîkolojîk kir.

Hin ji wan bi zextan, hin ji wan bi xapandinê û hin ji wan jî bi pereyan xapandin û avêtin ber avahiya HDP’a Amedê.

Çawa pêşiyên me gotine “Çavê kul ji çavê kor çêtir e” gelek malbat jî bi rûmet û welatparêziya xwe li hemberî vê qirêjiyê rabûn.

Yek ji wan malbata Seferoglu ya li navçeya Agirî Bazîdê bû.

Hêzên dagirkeriya Tirk şevekê dor li malê digirin û bi tehdîta kuştinê diavêjin ser.

Armanca vê teror û hovîtiyê ew e, ku malbata Seferoglu biçe ber avahiya HDP’a Amedê û bibe amûrê polîtîkayên qirêj ên AKP-MHP’ê.

Dayîk Yildiz Seferoglu piştî vê hovîtiyê, li nav alavên xwe yên serûbin hatine kirin, pêşî behsa zext û zilma li ser xwe dike.

Tevî vê zilm, zext û faşîzmê jî mîna ji wan malbatên li ber avahiya HDP’ê re bibe ders peyamek serbilindî û rûmet dide.

Qey ji vê peyamê zelaltir, ji vê seknê rûmettir tevî ewçendî zilm û zorê, divê hê çi bibe?

ŞERÊ TAYBET Ê AKP-MHP’Ê BI HIN MALBATÊN GERÎLAYAN
LI HEMBERÎ ARTÊŞEKE 550 HEZAR KESÎ, 500 HEZAR KESÊN JI ESKERIYA TIRK DIREVIN HENE

Mijareke din a di vî şerê taybet û psîkolojîk de tê biakranîn gotegot û siyasta qirêj a 40 salên borî “reva ji nava PKK’ê ye.”

Lê gelo reva ji nava artêşa dewleta Tirk a dagirker û ji eskeriya wê di çi astê de ye?

Hejmara standart a eskerên di nava artêşa dewleta Tirk a dagirker de weke zêdetirî 550 hezarî tê ragihandin.

Li hemberî vê hejmarê gelo li Tirkiyê çend kes ji eskeriya wê direvin.

Bi guhertina qanûnekê re eşkere bû, ku tam 500 hezar kes di rewşa qaçaxiyê de ye, bi gotineke din ji eskeriya dewleta Tirk reviya ye.

Ji ber ku li Tirkiyê eskerî li ser her kesê mêr ferz e, ev hejmar bi serê xwe artêşeke.

Rastiya di vê hejmarê de derdikeve holê ew e, ku ew reva dagirkeriya Tirk timî behsa wê ji nava PKK’ê dike, teqabûlî ji sedî 0.1’ê 500 hezar kesên ji eskeriya Tirk direvin nake.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv