TENÊ BI NAVÊ XWE “KURDISTAN” E
PDK BAKURIYÊN XWE SPARTINE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DERSÎNOR DIKE
Li Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên desthilatdariya ku PDK serkêşiya wê dike, gel perîşan bûye.
Gelek caran di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de reva ciwanên ji herêma Behdînanê ji ber polîtîkayên PDK’ê ber bi Ewropayê ve ketibû rojevê.
Niha jî dersînorkirina Bakuriyên ji ber zext û faşîzma dagirkeriya Tirk xwe spartine Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye.
Çavkaniyek ji Duhokê ji Rojnewsê re ragihand, ku waliyê Duhokê yê PDK’yî ev demeke zextên xwe li ser xelkê Bakurê Kurdistanê zêde kirine.
Asayîşa Duhokê heta niha bang li 14 welatiyên Bakurê Kurdistanê kiriye û biryara dersînorkirinê ji bo wan ragihandî ye.
Hêzên PDK’ê ji Bakuriyan xwestine Başûrê Kurdistanê terk bikin.
Li gorî heman çavkaniyan heta niha ji wan 14 kesan 3 kes hatine dersînorkirin.
Hêzên PDK’ê ji welatiyên Bakur re wiha gotine:
An hûnê vegerin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, an jî hûnê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.