Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pilanên li ser Eyn Îsa: Rûsya dixwaze herêmê radestî rejîmê bê kirin 22.12.2020

 

ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK A LI SER EYN ÎSAYÊ
RÛSYA LI SER HERÊMÊ BAZARÊ DIKE Û DIXWAZE HERÊM RADESTÎ REJÎMÊ BÊ KIRIN

Ev hefteyek e êrîşên li ser Eyn Îsayê zêde bûne. Rûsya ya garantorê agirbesta li Soçiyê, di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Tirk de lîstikan dike.

Rayedarên Rûs beriya êrîşan bi QSD’ê re rûniştibûn û diyar kiribû ku heke Eyn Îsa di warê leşkerî û îdarî dewrî rejîma Şamê neyê kirin wê dewleta Tirk êrîşî wê bike.

Li gorî agahiyên çavkaniyên dîplomatîk rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser vê mijarê gotiye,

“Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyekî Sûriyê ye, ji bo çareseriyeke mayînde ya bi hikumeta Şamê re ew alîgirê diyalogê ne lê Rûsyayê qewlên xwe yên berê bi cih neaniye”

Piştî Rêveberiya Xweser zextên Rûsyayê redkir û şûn ve êrîşên dewleta tirk û komê çete yên li ser herêmê pêş ketin.

Hêzên QSD’ê li ser esasê xweparastinê li ber xwe da û derbên giran li çeteyan da.

Li ser vê di 10’ê Kanûnê de rayedarên leşkerî yên Rûsya, QSD û hikumeta Şamê, li Eyn Îsayê civînek li darxistin.

Di civînê de ji bo şopandina agirbestê biryar girtin ku sê bendên çavderiyê hatin avakirin.

Du roj piştî avakirina bendên çavdêriyê komên çeteyan ên dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî bajêr zêde kirin.

Dewleta Tirk bi çekên giran piştgirî da êrîşan û komên çeteyan ên bi navê Sûltan Mûrad, Hamza Tumenî, Ehrar El Şerqiye û Suleyman Şah ku tevlî êrîşan dibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv