QSD’Ê TÊKÎLDARÎ ÊRIŞÊN KOMÊN ÇETE DAXUYANÎ DA
HÊZÊN QSD’Ê BERSIVEK TUND DA ÊRIŞAN Û 7 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrişên dawî yên li ser navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek da.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de da eşkerekirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de li xeta Eyn Îsayê topbaran û êrişên bejahî zêdetir kirine
û tevgera balafiran li asîmanê herêmê bê navber dewam dike.
Di dewama daxuyaniya QSD’ê de hate gotin ku şervanên QSD’ê bersiva êrişên bejahî yên çeteyan ên li dijî gundewarên Eyn Îsayê dan û li ser vê yekê êriş hatin têkbirin.
Her wiha hate diyarkirin ku 21’ê Kanûnê bi şev çeteyên dagirker ji çend aliyan ve êrişî gundê Mişêrfê kirin û di navbera wan û şervanên QSD’ê de şerekî giran rû da.
Di encama bersivdayîna şervanên QSD’ê de 7 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.