PEYMANA ÎNKARA ÎRADEYA ŞENGALÊ
LI DIJÎ PEYMANÊ BERXWEDANA ŞENGALIYAN DI ROJA 21’AN DE DEWAM DIKE
Bi hewildanên dewleta tirk, di 9’ê Cotmehê de di navbera PDK’ê û Bexdayê de li ser Şengalê peymanek hat îmzekirin.
Li gorî peymanê divê asayişa Êzdixan bê belav kirin û hêzên mîna YBŞ û YJŞ’a ku gelê Êzidî li dijî êrişên DAIŞ’ê parastine çekên xwe deynîn.
piştî naveroka peymanê diyar bû şûn ve gelê şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî vê peymana ku bi her awayî îradeya gel tine dihesibîne derket.
ji bo çalakiyên domdar bikin û dengê xwe bigihînin aliyên peywendîdar gelê Şengalê ev 21 roje li pêşiya avahiya asayişa Êzdixan kon vedaye û li dijî peymanê berxwe dide.
Nûçegihanên me Îbrahîm Êzîdî û Sam Şengalî li ser çalakiya berxwena gelê şengalê raporek amade kirine.