ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê ŞEHÎDÊN QERSÊ BI BÎR ANÎN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 4 gerîlayên li herêma Serhedê şehîd bûbûn bi bîr anîn.
HPG’ê eşkere kir, ku 1’ê Îlona 2017’an li Dola Kula ya li qada Çemçê ya Qersê artêşa Tirk a dagirker êrişî gerîlayan kiriye.
Di êrişê de gerîla Mazlûm, Bawer, Cemîl û Andok şehîd bûne.
HPG’ê got, careke din soz didin, ku em ê ala berxwedanê ya hevrêyên xwe bilindtir bikin û serfiraziyê bi dest bixin.
Nasnameyên şehîd wiha ne:
Firat Sevînç bi nasnav Mazlûm Ararat li Îdirê ji dayîk bûye.
FIRAT SEVÎNÇ
MAZLÛM ARARAT
ÎDIR
DÊ Û BAV: KEMALIYE – ŞUKRU
1’Ê ÎLONA 2017’AN – SERHED
Idrîs Guzel bi nasnav Bawer Tendurek li Wanê ji dayîk bûye.
IDRÎS GUZEL
BAWER TENDUREK
WAN
DÊ Û BAV: NÛRAN – SEYAT
1’Ê ÎLONA 2017’AN – SERHED
Yûnûs Kamiş bi nasnav Cemîl Qereyazî li Erziromê ji dayîk bûye.
YÛNÛS KAMIŞ
CEMÎL KARAYAZI
ERZIROM
DÊ Û BAV: HANIM – FERÎDUN
1’Ê ÎLONA 2017’AN – SERHED
Goksel Tiryakî bi nasnav Andok Êriş li Bedlîsê ji dayîk bûye.
GOKSEL TIRYAKÎ
ANDOK ÊRIŞ
BEDLÎS
1’Ê ÎLONA 2017’AN – SERHED
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de yek bi yek bi berfirehî qala têkoşerî û şoreşgeriya her 4 şehîdan kir.
HPG’ê herî dawî wiha got:
”Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Mazlûm, Bawer, Cemîl û Andok, em ji tevahiya welatparêzên Serhedê û bi giştî Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin”.